'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye' 2024-07-05 09:04:41   DÎLOK - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Bahrî Ogûz diyar kir ku divê sûcên li dijî penaberan tên kirin ne wekî yên "edlî" di çarçoveya "sûcê li dijî mirovahiyê" de esas bê girtin.    Li navçeya Melîkgazî ya Qeyseriyê di 30'yê hezîranê de hat îdiakirin ku destdirêjî li zarokeke 7 salî hatiye kirin. Piştî van îdiayan êrişên li dijî penaberên ji Sûriyeyê dest pê kirin. Di êrişan de ku bi pêşengiya komên nijadperest de li gelek bajarên Tirkiyeyê belav bûn, wesayîtên welatiyên Sûriyeyê hatin şewitandin, dikanên wan hatin talankirin û xaniyên wan bi êrişan re rû bi rû man. Li navçeya Serîk a Antalyayê Ahmet Handan El Naîf ê 17 salî hat lînckirin û qetilkirin û li Dîlokê jî karkerekî sûriyeyî gava ji kar vedigeriya hat kêrkirin.    Rêxistinên sivîl û demokratîk û parêzvanên mafên mirovan ên li Dîlokê bertek nîşanî van êrişan dan. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê hewl didin têkildarî mijarê xebateke berfireh bikin. Ji pêkhateyên Platformê Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê Bahrî Ogûz têkildarî amadekariyên xebatê axivî.    Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Bahrî Ogûz    SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ    Ogûz destnîşan kir ku divê sûcên li hemberî penaber û koçberan tên kirin ne wekîs ûcên "edlî" di çarçoveya "sûcê li dijî mirovahiyê" de esas bê girtin û got: "Ger sûc di vê çarçoveyê de esas bên girtin, wê nehêle ku mirov tiştekî wiha bikin an jî wê tiştên wiha kêm bibin."    Ogûz anî ziman ku bi van bûyeran re li Dîlokê penaber û koçber bi rojan e nikarin ji malên xwe derkevin û kargehên xwe vekin û got: "Em wekî platform ji bo pêşî li ber van helwdanan bigirin em ê tevbigerin. Li vî welatî hemû derdorên ne tirk-misilman-sunî xwe di talûkeyê de hîs dikin. Di nêz de penaber bûn hedefa vî zimanê nefretê. Li Tirkiyeyê tim rastî fikira 'an hez bike an terk bike' hatin. Civak li ser peymaneke civakî ava kiriye. Bi hiqûqê tê avakirin. Lê berevajî vê civak li ser nefretê tê avakirin û hemû kesên kodên netew-dewletê bi wan re tune ye dibin hedefa vê nefretê."    PLANA KOMXEBATÊ   Ogûz destnîşan kir ku pirsgirêka civakî û krîzên siyasî yên li welat divê nekeve stuyê penaber û koçberan û got ku ji bo dawî li van êrişan bê û aştiya civakî çêbibe ew ê têbikoşin. Ogûz got: "Em wekî pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ay Dîlokê, em hewl didin li dijî nijadperestiyê komxebatekê li dar bixin. Em hewl didin bi vê komxebatê ferasetê biguherînin. Divê hemû saziyên civakî li dijî nijadperestiyê bitêkoşin û di vî warî de berprisiyarî dikeve ser milê hemû saziyan. Em her kesî vedixwînin piştevaniyê."    MA / Ceylan Şahînlî