Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin 2024-07-05 09:52:42 ENQERE - Tevî biryara beraetê ya DMME’yê û dadgeha herêmî jî 3 cezayên disiplînê yên girtiyê 32 salan Fermanî Çetîn nehatin betalkirin û bi hinceta van cezayan tehliyeya wan hate taloqkirin.    Girtiyê bi navê Fermanî Çetîn li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. Çetîn, di cotmeha sala 1992’yan de hate girtin. Li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û di 2’yê kanûna 1993’yan de bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn.    TEVÎ BIRYARA DMME’YÊ JÎ NEHAT BERDAN    Piştî vê biryarê, li Çetîn ê li girtîgehên cuda ma, bi hinceta ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûye û di daxwaznameya têkildarî greva birçîbûnê de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têgeha “Birêz” bi kar aniyê, di 26’ê adara 2007’an de 11 rojan cezayê hucreyê hate birîn. Çetîn, li dijî cezayê îtîraz kir û serî li rêyên hiqûqa navxweyî da. Lê ji ber ku encamek bi dest nexist, îcar serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Serlêdan bi sedema binpêkirina mafên fikr û xweîfadekirinê hate kirin û DMME’yê Çetîn mafdar dît. DMME’yê diyar kir ku têgeha “Birêz Ocalan” û çalakiya greva birçîbûnê dikeve çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê. DMME’yê bi vê boneyê di 4’ê îlona 2018’an de Tirkiye mehkûm kir. DMME’yê da zanîn ku mafê azadiya fikr û xweîfadekirinê hatiye binpêkirin û biryar da ku ji bo Çetîn 3 hezar û 500 euro tazmînat were dayîn.    Çetîn, piştî biryarê ji bo rakirina cezayê hucreyê serî li rêveberiya girtîgehê, Dadgeriya Înfazê, Dadgeha Cezayên Giran û Wezareta Dadê da. Lê belê tevî biryara binpêkirinê jî tu bersiv ji serlêdana wî re nehatin dayîn.    JI BER KAMERAYA NEŞIKYAYÎ CEZAYÊ HUCREYÊ DAN    Cezayê duyemîn ê hucreyê jî bi îdiaya ku Çetîn tevî hevalên xwe zirar daye kameraya li hewşa girtîgehê hate dayîn. Di çarçoveya vê lêpirsînê de di 9’ê çileya 2014’an de 5 roj cezayê hucreyê dan Çetîn û hevalên wî. Di heman demê de derheqê Çetîn û hevalên wî de bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê”, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Boluyê doz hate vekirin. Di encama dozê de salek cezayê hefsê hate dayîn. Çetîn û hevalên wî diyar kirin ku tu zirar nedane kamerayan û kamera hêj dixebitin. Ev yek jî bi delîlan şênber kirin û serî li Dadgeha Bilind dan. Dadgeha Bilind jî îtîraz maqûl dît û ceza betal kir. Di danişîna nû de hat tespîtkirin ku kamerayên dihat îdiakirin şikestine neşikestine û dadgehê di 17’ê mijdara 2022’yan de biryara beraetê da.    Piştî biryara beraetê, Çetîn û hevalên xwe ji bo rakirina cezayê hucreyê serî li Dadgeriya Înfazê û merciyên jor ên darazê dan. Lê tevî gelek serlêdanan jî cezayê hucreyê nehat rakirin û bersiv nedan serlêdanê.    Çetîn, cezayê xwe temam kir û ji bo berdana bişert serlêdan kir. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê serlêdana Çetîn nirxand. Lijneyê, bi hinceta cezayê disiplînê yê DMME û dadgeha herêmî ji bo wê biryara binpêkirinê dabû û çendek cezayên disiplînê yên di sala 2005’an de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a îzmîrê hatin dayîn, serlêdana Çetîn red kir. Lijneyê, diyar kir ku Çetîn 3 caran cezayê hucreyê girtiye lewma “halnebaş e” û biryar da ku Çetîn cezayê muebbetê ku 36 sal in lê girtî 30 salan dimînin bi temamî înfaz bike. Anku tehliyeya Çetîn ji bo 6 salan hate taloqkirin.    Li ser vê yekê Çetîn tevî biryarên DMME’yê, yên dadgeha herêmî, gelek belge gihand ber destê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal.   VEGUHERÎ SAZIYEKE BI SER DMME’YÊ RE JΠ   Uysal jî serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mmirovan (ÎHÎK) û Wezareta Dadê da û mijar xist rojeva Meclisê. Di serlêdana ÎHÎK’ê de hat gotin ku lijneya çavdêriyê tehliyeya girtiyan bi awayekî keyfî asteng dike. Uysal, diyar kir ku lijne veguherîne dadgehên paralel û wiha hat gotin: “Tevî biryarên dadgehan jî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê li gorî keyfa xwe tehliyeyên girtiyan taloq dike. Bi vê rewşa xwe bi ser rêveberiya îdarî re xuya dikin û ev lijneye li dijî hiqûqê ne.”    DIVÊ TAVILÊ WERE BERDAN   Di serlêdanê de Uysal bal kişand ser peywirên ÎHÎK’ê û xwest ku ev rewşên wiha bên lêkolînkirin û ji holê bên rakirin. Her wiha hat xwestin ku hinek madeyên di TMK’ê de ku weke hinceta astengkirina tehliyeya girtiyan tên nîşandan bên rakirin û bal kişand ser biryarên DMME û dadgehê. Di serlêdanê de hat xwestin ku Çetîn û girtiyên di rewşa wî de tavilê bên berdan. Her wiha Uysal bi daxwaza ku Wezareta Dadê bibersivîne pêşnûmepirs da û pirsî bê ka çima tevî biryara DMME’yê jî cezayê hucreyê nehatiye rakirin. Wezaretê hêj bersiv nedaye Uysal.    MA / Mehmet Aslan