Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî 2024-07-05 09:59:25   AMED - Li aliyekî hê birîna cezayên DEDAŞ’ê ku bi îdiaya “ceyrana qaçax” li welatiyan dibire didome, li aliyekî din jî vê carê şirketa Diyargazê ku xwediyê wê parlamenterê AKP’ê ye bi îdiaya “gaza qaçax” 21 hezar lîre cezayê pereyan li nivîskar Hogir Berbir birî.    Hê birîna cezayan a ku Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li welatiyan bi îdiaya “ceyrana qaçak” dibere di rojevê de niha jî Şirketa Belavkirina Gaza Sirûştî ya Amedê (Diyargaz) ku xwediyê wê Parlamenterê AKP’ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû ye di bin navê “gaza qaçax” de ceza li welatiyan dibire. Diyargazê bi îdiaya ku nivîskarê kurd Hogir Berbir “qaza qaçax” şewitandiye 21 hezar lîre du caran cezayê pereyan lê birî. Berbir îtîrazî ceza kir. Lê Diyargazê ev bersiv da: “Di saeta te de kunek hatiye tespîtkirin, qaçax heye.”    DEMA GUHERTINÊ JÊ RE BEHSA XERABÛNA SAETÊ NEKIRINE   Em têkildarî cezayê birîn bi Hogir Berbir re axivîn. Berbir diyar kir ku tîma Diyargazê di dema guhertina saetê de jê re gotiye, “Em ji deh salan carek guhertinên rûtîn dikin.” Berbir anî ziman ku piştî guhertina saetê tu pirsgirêk nebûye û piştî guhertina saetê jî gazê vekirine û dema tîma Diyargazê saetê guhertiye jî jê re behsa tu pirsgirêk û tu deynî nekirine. Berbir da zanîn ku piştî guhertina saetê wî du fatûryan razandiye û di nava vê demê de Diyargazê jê re behsa tu deyn û tu şixûlandina gaza qaçax jê re nekiriye.    ÎDIAYA ‘DI SAETÊ DE KUNEK HATIYE TESPÎTKIRIN’    Berbir diyar kir ku piştre jê re peyame ku deynê wî heye jê re hatiye û li ser vê peyamê çûye bi rayedaran re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Min pirs kir ev deynê çi ye? Rayedarên şirkete gotin, ‘Piştî guhertina saeta te, me saetê şand fabrîkayê. Fabrîkayê saetê kontrol kiriye. Di saetê de kunek hatiye tespîtkirin, qaçax heye’.” Berbir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Min ji wan re got ev saet li cem min hatiye guhertin. Dema lê mêze kirin, tu tiştekî negotin. Piştre jî du fatûreyan bom in şandin. Piştî her du fatûreyan jî radibin peyama deyn dişînin. Gelo ev çawa çêdibe? Min got heke hûn ji min bawer nakin, ez jî ji we bawer nakim. Dibe ku piştî saetê ji cem min biribin ev kun têde hatibe vekirin. Di destê wan de xera bûye.”    DÊ LI DIJÎ CEZA SERÎ LI RÊYÊN HIQÛQÎ BIDE    Berbir anî ziman ku ji bo pereyê ceza razîne heta 20’ê hezîranê wext dane wî û bi faîzê re deynî wî derxistine 23 hezar û 50 lîreyî. Berbir destnîşan kir ku cezayên di bin navê “qaçaxiyê” de tên birîn wek polîtîkayek bi zanebûne xistine dewrê û got: “Bi hezaran mexdûriyetên vê ‘qaçaxiyê’ hene. Ez jî bûm yek ji wan. DEDAŞ jî bi awayên bêhiqûq cezayan li welatiyên me dibire. Bi hezaran kesên wek min li vê Amedê bi cezayên bi rengî re rû bi rû dimînin. Ev polîtîkayek taybet e. Armanca wan ew e ku xelkê bêhilm û bêçare bihêlin. Divê em jî li ber van polîtîkayan bêdeng nemînin û divê em dengê xwe derxin. Bila kesên bi mexdûriyetê re rû bi rû mane hin bêtir neyên mexdûrkirin. Ez ê li dijî vî cezayî serlêdanê bikim.”    DIYARGAZÊ BERSIV NEDA    Em têkildarî mijara navborî li Diyargazê geriyan lê belê bersiva me ya der barê mijarê de neda.    MA / Rûkiye Adiguzel