Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike 2024-07-05 11:52:01 ENQERE - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê biryara “Binpêkirinê” ya DMME’yê ya têkildarî Abdullah Ocalan, piştî civîna mijdar-kanûna  2021’an cara ewil bixe rojeva xwe.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û ji wê demê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) biryar da ku biryara “binpêkirinê” ya têkildarî Abdullah Ocalan bixe rojeva xwe.    Cezayê muebbeta giran li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn û ji mafê berdana bişert jî bêpar hatiye hiştin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber binpêkirina “Mafê hêviyê”, di 18’ê adara 2014’an de ev ceza weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. DMME’yê da zanîn ku cezayê hefsê yê muebbeta giran, li dijî xala 3’yemîn a PMME’yê ku îşkence û miameleya xerab qedexe dike nirxand. DMME’yê di pêvajoyên pêş de ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî biryarên bi vî rengî da.    PMME jî biryarên DMME’yê dişopînê bê ka hatine cîbicîkirin an na. PMME’yê ji bo bingeha “mafê hêviyê” were avakirin, ji Tirkiyeyê xwest ku di qanûnan de sererastkirinan bike û sepanan biguherîne. Ji bo vê jî têkildarî Tirkiyeyê dest bi pêvajoya venêrînê kir. Li gel ku pêvajoya venêrînê hatibû destpêkirin jî, Komîteya Wezîran mijar nexist rojeva civîna xwe û tu biryarên nivîskî jî amade nekir.    PIŞTÎ SERLÊDANÊ GIRT ROJEVA XWE   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo biryara DMME’yê tavilê bixin rojeva xwe û ji bo cîbicîkirin/venêrîna biryaran, di 29’ê tîrmeha 2021’ê de bi awayekî nivîskî serî li Komîteya Wezîran da. Komîteyê, piştî serlêdanê mijar xist rojeva xwe. Komîteyê, di 30’ê mijdarê-2’yê kanûna 2021’ê de civîna xwe li dar xist. Di civînê de komîteyê têkildarî agahdariyên rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê û cîbicîkirina biryaran agahî xwest.    BERSIVÊN TIRKIYEYÊ   Tirkiyeyê di 7’ê îlona 2021’ê de bersiv da û îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Îmraliyê tu binpêkirin tune ne. Tirkiyeyê hişyariyên ji bo “mîsogerkirina mafê hêviyê” û “guhertinên têkildarî rejîma înfazê ya cezayê muebbeta giran” jî jinedîtî ve hat û bêbersiv hişt. Tirkiyeyê tenê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarî şert û mercên fîzîkî yên Girtîgeha Îmraliyê esas girt.    Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê, piştî îdiayên Tirkiyeyê di 12’ê cotmehê de agahî dan Komîteya Wezîran. Di serlêdanê de hat gotin ku Tirkiyeyê di bersiva xwe de têkildarî “Mafê hêviyê” cih nedaye tespîtên girîng ên DMME’yê, ji bo bicihanîna biryaran tu gav nîqaş nekiriye û li şûna vê agahiyên manîpulatîf parve kiriye.    ABDULLAH OCALAN JÊ ‘BÊPAR’ HAT HIŞTIN    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê, di 9’ê tebaxa 2022’yan de careke din serî li Komîteya Wezîran da. Li ser vê serlêdanê, Tirkiyeyê bersiv da û got: “Pêkane ku hikûmxwarên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn bişert bên tehliyekirin lê belê hinek sûcên îstîsnaî ji vî mafî muaf hatine girtin.” Tirkiyeyê di bersiva xwe de li xwe mikûr hat ku Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin.    XISTIN ROJEVA CIVÎNÊ   Di civîna meha hezîranê ya Komîteya Wezîran de biryar hate dayîn ku dosyaya komî ya ku Abdullah Ocalan jî di nav de ye, dîsa bigirin rojeva xwe. Komîteya Wezîran dê di civîna di navbera 17-19’ê îlonê de kontrol bike bê ka biryara binpêkirinê û pêdiviyên wê yên DMME’yê hatine bicihanîn an na. Heke komîte pêwîst bibîne, dê ji Tirkiyeyê îzahet were xwestin bê ka çima biryar bi cih ne aniye.    DÊ DEMÎRTAŞ Û KAVALA JÎ BIBIN ROJEVA CIVÎNÊ   DMME’yê her wiha ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala jî biryara berdanê dabû. Komîteya Wezîran biryar da ku Demîrtaş û Kavala dîsa bike rojeva civînê.    Komîteyê di demên berê de jî ev biryar kiribûn rojeva xwe û ji ber cîbicînekirina biryara têkildarî Kavala, prosedûra binpêkirinê dabû destpêkirin.