Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve 2024-07-05 12:01:59   WAN - “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” gihîşt sînorê navçeya Elbakê. Di meşê de peyama “Wê qeyûm têk biçin û wê têkoşîna azadiya kurd bi ser bikeve” hat dayîn. Her wiha di meşê de Nûda Karker jî hat bibîranîn.    “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya li dijî qeyûmê tayînî ser Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin, di roja 6’emîn de berdewam dike. Di meşê de parlamenter, hevşaredar û nûnerên rêxistinên sivîl hene û koma meşvanan ji derdora 350 kesî pêk tê. Meşvanan şeva xwe li Tesîsên Bêhnvedanê ya Dogû ku li navçeya Payîzava Wanê ye derbas kirin. Meşvanan serê sibehê saet di 7’an de piştî taştê xwarin, li ser navê meşvanan daxuyanî hat dayîn.   ‘WÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN BI SER BIKEVE’    Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûrat Çepnî di daxuyaniyê de axivî û got: “Em bi sedan kes li vir in. Lê dilê bi milyonan kes bi me re ye û bi meşa me re lê dide. Ji bo em daxwaza bi milyonan kes a li dijî qeyûm û faşîzmê bidin bihîstin, em li vir in. Em berdevkên têkoşînek mezin in. Ji bo îradeya gelê me tune bihesibînin, serî li qeyûman didin. Ne mimkûn e ku miletekî birêxistinkirî têk biçe. Em ji vir bang li berpirsên qeyûman dikin; wê qeyûm têk biçin û wê têkoşîna azadiya gelê kurd bi ser bikeve.”    NÛDA KARKER HAT BIBÎRANÎN    Piştî daxuyaniyê meşvan bi berzkirina dirûşmeyan derketin rê. Tevî hewaya germ jî 5 kîlometre rê meşiyan. Meşvanan xwe gihand sînorê navçeya Elbaka Wanê. Meşvanan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo endama Konseya Leşkerî ya HPG’ê û endama YJA STAR’ê Nazan Bayram (Nûda Karker) cihê lê ji dayik bûye bernameyek bîranînê li dar xistin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyan daxuyanî hat dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû axivî û wiha got: “Têkoşînek me ya dûr û dirêj a jinan heye. Bi dehan salane têkoşîna me ya azadiyê didome. Têkoşîna tevgera jinên kurd li ser vê axê belav bû û îro li her devera cîhanê berdewam dike. Felsefeya me ya ‘Jin jiyan azadî’ gav bi gav li her deverê li pêş dikeve û belav dibe. Têkoşîna me ya azadiya jinan di şexsê van hevalên me de li tevahiya Kurdistan, Tirkiyeyê û cîhanê belav bû. Em ê ‘Jin jiyan azadî’ belavtir bikin. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê; em ê bi têkoşîn û van meşên xwe xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”    Piştî bernameya bîranînê dîsa çalakger 5 kîlomtre rê meşiyan û xwe gihandin Tesîsên Bêhnvedanê ya Ovayê. Çalakgerên meşê dê piştî bêhnvedanê û xwarinê ber bi navçeya Elbakê ve dest bi meşê bikin.