Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye 2024-07-05 12:58:53   SÊRT - Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Loqenteya Bajêr a ku dê 4 cureyên xwarinê bi 100 lîreyî bên dayîn ji xizmetê re vekir.    Şaredariya Sêrtê ya di bin Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca şêniyên bajar bi bihayên guncav bikarin xwarinên bitendurist bixwin Loqenteya Bajêr vekir. Li Loqenteya Bajêr ji bo 4 cure xwarinan tenê dê 100 lîre bê dayîn. Loqente dê her roj di navbera saet 12.00’an û 19.00’an de xizmetê bide. Li loqenteyê menuya xwarinê her roj dê were guherîn. Menu dê ji xwarineke bingehîn, şorbe, xwarineke din a li rex wê û ji şirînahiyê pêk were.    Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehme Kaysi jî tev li merasîma vekirina Loqenteya Bajêr bûn. Hevşaredar Alagaş wiha got: “Em dixwazin di vê serdema ku hemwelatiyên me di nav pirsgirêkên aboriyê de ne nîşan bidin ku em li cem wan e. Loqenteya Bajêr, xizmeta xwarinê ya bitendurist û guncav pêşkeş dike û ji vê armanca me re xizmetê dike.”    Mehmet Kaysi jî bi lêv kir ku Loqenteya Bajêr mînakeke girîng a xizmetên ji bo gel e û got: “Armanca me ew e ku xwegihandina hemwelatiyan a ji xwarineke guncav, xweş û bitendurist re hêsan bikin. Ev loqente dê ji bo gelê me bibe cihê hevdû dîtinê.”