Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin 2024-07-05 12:59:12 AMED - Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê xwest faîl Mehmet Demîrhan ê ku Hîlal Kar kuştibû bê girtin. Xwişka Kar, Rabîa Kar diyar kir ku gef li wê jî hatine xwarin û got: “Bila êdî Hîlal, Ayşe û Fatma neyên kuştin.”  Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê ji bo faîl Mehmet Demîrhan ê k udi 23’yê hezîranê de li navçeya Rezana Amedê Hîlal Kar kuştibû bê girtin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyên Hîlal Kar û wêneyên faîl Mehmet Demîrhan ên ku “kujer” li serê hatibûn nivîsandin hatin hildan. Pêkhateyên Torê û malbata Hîlal Kar jî beşdarî daxuyaniyê bû.    Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça ewilî axivî û got ew ji bo ji dewletê re bêjin li dijî cînayetên jinan wezîfeya xwe bike li hev kom bûne. Akça da zanîn ku faîl lawê Hîlal Kar ê 5 salî jî li gel xwe revandiye û li bajarekî ku her deverê wê bi qereqol û MOBES’an hatiye dorpêçkirin hê jî nehatiye dîtin.    Rêvebera ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî li ser navê Torê daxuyanî xwend. Elçî bi bîr xist ku faîl Demîrhan demek dirêj li Hîlal Kar tundiya sîstematîk kiriye û gefên kuştinê lê xwariye û faîl Demîrhan lawê xwe û Hîlal Kar ê muşterek ku navê wî Argeş e û 5 salî ye jî li gel xwe revandiye.    ŞAXA ZAROKAN SERLÊDANÊ LI BER ÇAVAN NEGIRT    Elçî diyar kir ku faîl Demîrhan bi çekê hatiye cihê bûyerê û Hîlal Kar bi awayek “plankirî û sêwirandî” kuştiye û malbata Hîlal Kar ji bo Argeşê 5 salî serî li Midûriyeta Şaxa Zarokan a Polîsan daye lê belê polîsan ji wan re gotiye, “Wê berê me û şûbeya cînayetê bikeve hev” û tu tiştek nekirine.    Elçî da zanîn ku sabikaya tiryakê ya faîl Demîrhan heye û got: “13 roj in faîl nehatiye girtin û zarokê 5 salî nehatiye dîtin. Ev jî nîşan dide ku lêpirsînek bi bandor nayê kirin. Dibe ku rewşa fizîkû û derûnî ya zarok di bin xetereyê de be û ev jî me dixe nava fikaran.”    ‘DARAZ BERPIRSIYARIYA XWE BICIH NAYÎNE’    Elçî destnîşan kir ku daraz ji bo bûyerên  bi vî rengî wezîfe û berpirsiyariya xwe bicih nayîne û got: “Helwest û bêmesûliyetiya darazê, cesarete dide faîlan û kujeran. Kuştina jinan tenê trajediyek şexsî nîne. Di heman demê de jî rê li ber rizandina civakê jî vedike. Ev bûyerên tundiyê nîşan dide ku jin di nava civakê de ne di ewlehiyê de ne û jiyana jinan li her qadên jiyanê newekhev nîşan dide û wan dixe nava têkoşînek bi zehmet.”    Elçî di dawiya daxuyaniyê de bang li rayedaran kir ku demildest ji bo dîtin û zeftkirina faîl Demîrhan bikevin nava tevgerê.    Piştî daxuyaniyê xwişka Hîlal Kar, Ebrû Kar jî axivî û got: “Îro xwişka min hatiye kuştin dibe ku sibê xwişka we bê kuştin. Heke kujer neyên cezakirin, dê kuejrên din cesaretê bigirin. Heke wisa bidome mixabin wê cînayetên jinan zêde bibin.” Em dixwazin faîl bê dîtin.”    XWIŞKA HÎLAL KAR: GEF LI MIN JÎ TÊN XWARIN    Xwişka Hîlal Kar, Rabîa Kar jî destnîşan kir ku gef li wê jî hatine xwarin û wiha axivî: “Mehmet Demîr ê kujer hê jî di nav me de ye. Hê jî dibe ku zerarê gelek canên din. Tevî ku dewlet dibêje em li çar aliyên Tirkiyeyê lê digerin jî lê ev 13 roj in nehatiye girtin. Xwarziyê min Argeş revand û bir. Her tiştî plan kiriye. Xwişka min serê sibehê dema diçû kar hat kuştin. Bila êdî Hîlal, Ayşe, Fatma neyên kuştin. Bila êdî çareyek bê dîtin. Bila her kes dengê me bibihîze. Ji kerema xwe bibihîzin. Ev bû 13 roj. Xwarziyê min sêwî û reben man. Canê min jî di talûkeyê de ye, gef li min jî hatin xwarin. Min serî li qereqolê da, lê delîlên şênber xwestin. Yanî heke delîlek şênber nebe, gelo divê ez bêm kuştin? Gelo ez jî mîna xwişka bêm kuştin wê her tişt bê çareserkirin? Ez nikarim biçim mala xwe.”