Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da 2024-07-05 13:24:46   ŞIRNEX – Mehmet Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ketiye girtîgehê û piştre hatiye berdan, jiyana xwe ji dest da.    Mehmet Emîn Soyal ê 78 salî di çorçoveye lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê 19’ê cotmeha 2023’yan de li bajarokê Ereban a navçeya Hezexa Şirnexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û piştre hate berdan. Mehmet Emîn Soyal (Mela) ê di nexweşxaneyê de dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Tevî ku pirsgirêkên dîtin, bihîstin, dil, KOAH’ê yên Soyal hene û ji sedî 91 rapora wî ya berastengdariyê heye, di 23’ê cotmehê de ji hêla dadgehê ve biryara girtinê hate dayîn û Soyal şandin Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê. Piştî parêzerên wî îtîrazê kirin, Soyal di 6’ê mijdara 2023’yan de hatibû berdan.    ‘MA DÊ JI BER KURDBÛNA XWE POŞMAN BIM?’   Soyal dema ji girtîgehê derketibû ji ajansa me re axivîbû. Soyal di dema derketinê de anîbû ziman ku ew ji ber derketiye, ji bere hevalên xwe yên girtî xemgîn bûye û ev tişt anîbû ziman: “Dema hatime girtin ez xemgîn nebûm. Ma qey dê piştî vî temenê xwe ji kurdbûna xwe poşman bim. Ez ji girtîgehê bi xemgînî derketim. Ji ber min hevalên xwe li pey xwe hiştin. Ma zilma ji vê mezintir heye?”    Soyal ê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di servîsa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyekî taybet de dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Piştî karûbarên otopsiyê cenazeyê Soyal li bajarokê wî Erebanê hate veşartin.