Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin 2024-07-05 14:06:25   NAVENDA NÛÇEYAN - UEFA’yê 2 maç ceza li Merîh Demîral ê piştî di maça Avûstûryayê de gol avêt îşareta “bozkûrtê” kiribû birî.    UEFA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber îşareta “bozkûrt” a lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral a di maça Avûstûryayê de piştî gol avêtibû kiribû, cezayê dûrxistinê yê ji 2 maçan li Demîral hatiye birîn. Ji ber vî cezayê hatiye dayîn Demîral dê nikaribe di maça Hollanda û Tirkiyeyê ya ku dê sibê bê lîstin de bilîze.