Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir 2024-07-05 14:56:01   MÊRDÎN - Duh welatiyek bi dermanê çandiyê, xwe di wesayîtekî de kuşt. Di sersariya lêkolîna li cihê bûyerê hatiye kirin de dermanê çandiniyê di wesayîtê de hate hiştin. Çawa ku karkerê wesayîtê dişûşt jehrî bû, rakirin servîsa lênêrîna awarte.    Duh welatiyan kesekî di nava wesayîtekî li Parka TOKI’ya navçeya Qosera Mêrdînê de bêyî liv û tevger dîtin û agahî dan tîmên tenduristiyê û cendirmeyan. Tîmên tenduristiyê yên hatine li cihê bûyerê diyar kirin ku Bariş Ertaş ê 19 salî di wesayîtê de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Ertaş bi ambulansê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Piştî bûyerê dozger û cendirme li cihê bûyerê lêkolîn kirin.   Piştî lêkolînê hat diyarkirin ku Ertaş xwe bi dermanê çandiyê ve kuştiye û wesayîta hatiye kirêkirin jî piştî karûbarên lêkolînê teslîmî şîrketa kirêkirinê hate kirin. Fîrma wesayîtê ji bo şûştinê da kargeha Serhat Ermîş (19) bi rê ve dibir.    Lê belê Ermîş ê dest bi şûştina wesayîtê kiriye, ji nişkav ket erdê.    BI DERMANÊ DI WESAYÎTÊ DE JEHRÎ BÛ   Piştî ku rewşa Ermîş ê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê giran bû, wî rakirin servîsa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Piştî lêkolîna hatiye kirin, hat diyarkirin ku Ermîş bi bêhna dermanê di wesayîtê de hatiye hiştin jehrî bûye. Di lêkolîna di wesayîtê de hatiye kirin de hat zanîn ku dermanê ku Ertaş pê jiyana xwe ji dest daye, di dema rijandina nava avê de Ermîş jehrî kiriye.     Bijîşk dan zanîn ku rewşa Ermîş giran e û diyar kirin ku heke Ermîş rabe ser xwe jî dê hin lebatên laşê wî zirarê bibînin, dê çareserkirina pêdiviyên xwe de zehmetiyan bikişîne.    Piştî bûyerê di wesayîtê de carekî din lêkolîna bûyerê hate kirin. Kutiya dermanê çandiyê wek delîl hate hesibandin û hate rakirin.    ‘SERSARIYA DOZGER’   Malbata Ermîş bi sedema sersariya dozger û cendirmeyên li cihê bûyerê lêkolîn dikirin gilî kir. Mamê Ermîş, Menaf Ermîş anî ziman ku hêj derman di wesayîtê de bû wesayît teslîmê xwediyê wê kirine û diyar kir ku ew ê şopdarê bûyerê bin. Mam Ermîş bilêv kir ku di bûyerê de sersariya dozger û cendirmeyan heye û ev tişt gotin: “Ev yek bi temamî sersarî ye. Divê li vê ernîgariyê de mirina ciwanan ewqas bi hêsanî nebe. Ev yek bi temamî sersariya dozger e. Hêviya me ew e ku bi baldartir were nêzîkbûn. Dawiya dawî dibe ku ciwanekî 19 salî jiyana xwe ji dest bidaya. Niha di lênêrîna awarte de ye. Wesayît tevî dermanê tê de teslîmî kargeha şuştinê tê kirin. Biraziyê min jî bêyî agahî jehrî dibe.”    MA / Ahmet Kanbal