Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin 2024-07-05 15:17:10   AMED - Hat zanîn ku hinek cerdevanên ku nexwestine biçin li Efrîna ku li dijî Tirkiyeyê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin, îstîfa kirin.    Li Tirkiyeyê li dijî penaberên Sûriyeyê êrişên nijadperest pêk hatin. Li Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li dijî Tirkiyeyê çalakiyên protestoyê li dar xistin. Li gorî agahiyên bi dest ketine, ji hin cerdevanan ji navçeya Hezroya Amedê re agahî hatiye ku derbasî Efrînê bibin.    Cerdevanên bi navê H.D., M.B., H.P., C.P. û H.C. destnîşan kirin ku ew naxwazin derbasî Efrînê bibin û îstîfa kirin. Piştre hat gotin ku cerdevan H.P û C.P. îstîfayên xwe paş de kişandine.