Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê! 2024-07-06 09:23:26   RIHA - Cotkarê li Curnê Reş Hecî Toprak destnîşan kir ku bihayên xurekan ên hatine diyarkirin û nediyarbûna bihayê armûşê ew zirar kirine û wiha got: “Bi vê rewşê dê ev sal bibe sala dawî ya cotkariya min. Min ji ber qerên xwe xanî û wesayîta xwe firot. Dê îsal jî traktorê bifiroşim.”   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya enflasyona bingehîn a salane wek 71,41 hate eşkerekirin. Lê belê ev rêje derbasî bihayê xurekan nebû û ev rewş kesên ku debara xwe bi cotkariyê dikin xist zirarê. Li gorî bihayê xurekan a hatiye diyarkirin di sala 2023’yan de serê tona genimê nan 8 hezar û 250 lîre, tona genimê meqerneyan 9 hezar lîre, tona ceh jî 7 hezar lîre bû. Îsal jî serê tona genimê nan re 9 hezar lîre, tona genimê 10 hezar lîre, tona ceh jî 7 hezar û 250 lîre hate diyarkirin. Li gorî van daneyan ji genimê nan re ji sedî 12.1 ji genimê meqerneyan re 11.1 û ji ceh re jî ji sedî 3.6 zem hate kirin.    ‘GENIM MA DI DESTÊ COTKAR DE’    Cotkar Halîl Ozdemîr anî ziman ku ew sala par genimê ji 10 lîreyan dihate firotin dê îsal karibe 9 lîreyan bifiroşe, diyar kir ku Ofîsa Berfemên Axê (TMO) bihayê genimê meqerneyan wek 10 lîre diyar kir, ji ber berhem ne baş e biha bûye 8.75 lîre û bilêv kir ku ew ji ber bihayê hatiye diyarkirin nikare berhemên xwe bifiroşe.    Ozdemîr da zanîn ku bihayê derman, gubre, mazot, û ceyranê 10 qet zêde bûye, ji bo armanca zêdenekirina bihayê genim jî nirxandina “hewldana xelaskirina cotkariyê” kir.    ‘DÊ TRAKTORÊ BIFIROŞIM’   Cotkarê 31 sal in debara xwe bi cotkariyê dike û hilberîna armûşê dike Hecî Toprak (47) da zanîn ku ew ji ber qutbûna ceyranê, armûşa ku ew çandiye zirarê dîtiye. Toprak diyar kir ku ji ber rojê 6-7 caran ceyran qut dibe, armûş hatiye asta ziwabûnê. Toprak bi bîr xist ku sala par ew armûş ji 18 lîreyan firotiye, diyar kir ku bihayê armûş ê îsal nediyar e û ev tişt gotin: “Di 29’ê hezîranê de ji ceyranê re ji sedî 38 zem hat. Bihayê mazotê di sala 2023’yan de 22 lîre bû, îsal bûye 47 lîre. Wisa bimeşe dê îsal bibe sala dawî ya cotkariyê min. Min ji ber qerê xwe yê gubre, derman sala par mala xwe û erebeya xwe firot. Îsal dê traktorê jî bifiroşim. Heya niha bi vî awayî min zehmetî nekişand. Em ji serê sibê heya 20.00’ê şev di zeviyê de ne. Lê belê zirar dikin.”