Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e 2024-07-06 09:24:28   STENBOL - Dadgeha Bilind, hukmê bi hinceta seta pirtûkan a bi navê "Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" a Abdullah Ocalan xera kiribû û darizandin ji nû ve dest pê kiribû. Di darizandina nû de biryara beraetê hat dayîn.    Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind, cezayê bi hinceta seta pirtûkan a bi navê "Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû birîn xera kir. Ji ber vê di sala 2015'an de li damezrînerê Weşanxaneya Aramê Ridvan Saîn ku seta pirtûkan çap kiribû, lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn piştî demekê veguherî dozê.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku gotinên wekî "şerê gel ê şoreşgerî" û "çîroka lehengiyê" yên di parêznameyan de PKK'ê dipesinîninin. Hat derpêşkirin ku di beşên têkildarî çareseriya meseleya kurd de talîmata amadekariya şer hatiye dayîn û bi vî awayî rêbaz û çalakiyên PKK'ê hatine rewakirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin berpirsiyarî ya Saîn e û ji ber vê hat xwestin ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ceza li Saîn bê birîn.    SAÎN: PIRTÛK BI BANDROL E Û LEGAL E   Saîn, di parastina xwe de destnîşan kir ku gava pirtûk çap kirine tu biryareke berhevkirinê tune bûye û pirtûk bi bandorl e û legal e.    Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 2 sal û 6 meh ceza li Saîn birî. Dadgeha Îstinafê jî biryara Dadgeha Cezayê Giran erê kir.    HAT XERAKIRIN   Piştî vê Saîn serî li Dadgeha Bilind da. Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind jî biryarê xera kir. Dadgeha Bilind di biryara xwe de diyar kir ku tiştekî ku rê û rêbazên rêxistinê rewa bike û bipesinîne tê de tune ye û biryara hatiye dayin "li dijî hiqûqê" ye." Dadgeha Cezayê giran jî piştî biryara Dadgeha Bilind, biryara beraetê da.    MA / Dîren Yurtsever