Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan 2024-07-06 09:45:54   WAN - Li Wanê Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan ji bo zarokan kursên werzîş, çand û hunerê vekirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Îpekyolûyê û Şaredariya Tûşbayê ji bo zarokan kursên havînê yên bêheq ên werzîş, çand û hunerê vekirin. Şaredariya Bajarê Mezin li Navend a Çandê ya Nûdayê, tevî perwerdekarên konservatûvarê hewl dide qabîliyeta zarokan a di warê muzîk û hunerê de bide der. Bi giştî hezar û 754 zarok li Kargeha Muzîk û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyda xwe çêkirin û li "Dibistanên Havînê" jî hezar û 370 zarokan qeyda xwe çêkirine.    LI ÎPEKYOLÛYÊ KURSA GALERIYA HUNERÊ   Şaredariya Îpekyolûyê jî tevî 10 hoste û 150 kursiyeran her roj li akademiyên zarokan perwerdehiyê dide. Di her polekê de 20 şagirt hene. Li van kursan ji hunerê heya werzîşê perwerdehiay gelek qadan tê dayîn. Li Galeriya Hunerê jî ji bo zarokan kursên wêneyê hatine vekirin. 150 xwendekar û 3 mamosteyên wêneyan li van kursan hene. Li Navenda Çand û Hunerê ya Berîvanê ya li gund jî perwerdehiya şano û muzîkêt ê dayîn.    Şaredariya Tûşbayê jî ji bo zarokan kursa fûtbolê vekir.   Midûra Şaxa Ciwan Werzîş û Turîzmê ya Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Salîha Taşmayê diyar kir ku armanca wan ew e ku bi van çalakiyan derfetê bidin ber zarokên malbatên rewşa wan a aborî nebaş e. Taşmayê destnîşan kir ku di havînê de divê her zarok van kursan baş binirxîne û fêdê ji wan bigire. Taşmayê da zanîn ku her kes dikare di qada dîjîtal de têkeve rûpelên şaredariyan û qeyda xwe li wir çêbike.    Taşmayê destnîşan kir ku armanceke kursan jî ew e ku zarok ji liv û tevgerên xirab dûr bikevin û qabîliyeta wan derkeve holê.