Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da 2024-07-06 10:23:42   WAN - Li Mihrîcana Rêya Çandê ya Wanê ku Wezareta Çandê li dar dixe, gel bertek nîşanî gotinên nijadperest ên stranbêj Benguyê da.    Li 1’emîn Mihrîcana Rêya Çandê ya Wanê ku ji aliyê Wezareta Çandê ve li Wanê tê lidarxistin, stranbêj Bengu ya duh bişev tev li mihrîcanê bû ji ber gotinên nijadperest hate şermezarkirin. Gel bertek nîşanî Benguya ku dirûşma nijadperest a “Yê ku dibêje ez tirk im çiqas bextewar e” berz kir da. Li ser bertekan stranbêj Bengu neçar ma ku dikê terk bike.