Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin 2024-07-06 10:38:58   ÊLIH - Hate diyarkirin ku leşkerên ku bi ser gundê Bilexşê yê navçeya Kercewsê de girtin gundî li mizgeftê kom kirine û 7 kes bi lêdane binçavkirine. Li gundê ku dorpêç lê didome li malan lêgerîn tê kirin.    Operasyona leşkerî ku di 18’ê hezîranê de li herêma Çiyayê Mawa ya navçeya Heskîf a Êlihê hatibû destpêkirin pişt re di 22’yê hezîranê de belavî navçeya Kercewsê bû didome. Di saetên serê sibê de leşkeran bi ser gundê Bilêxşê yê li herêma Torê ya Kercewsê de girtin. Hate diyarkirin ku li gundê 7 kes lê hatin binçavkirin dorpêç û serdegirtina malan didome, di dema binçavkirinê de leşkeran gundî derbkirine û şêniyên gund li mizgefta gund hatine komkirin.    LI ÊLIHÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li Taxa Bayindirlik a li navenda Êlihê jî di çarçoveya heman operasyonê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Abdûlcelîl Gîtmez û hevjîna wî Yuksel Gîtmez hatin binçavkirin. Hat ezanîn ku 2 welatiyên hatin binçavkirin birine Fermandariya Cendermeyan a Êlihê.