Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar 2024-07-06 11:19:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Giştî yê Ocaxên Ulkuyan Bûrak Kiliç gef li rojnamevanên ku tev li danişîna Sînan Ateş ê li Enqereyê hate kuştin bûn xwar.    Cîgirê Serokê Giştî yê Ocaxên Ulkuyan Bûrak Kiliç bi parvekirina li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal a X’yê gef li rojnamevan Îsmaîl Saymaz, Erk Acarer, Bariş Terkoglû, Alîcan Ûlûdag û Tîmûr Soykan xwar.    Kiliç ê parvekirineke “bi gule” kir, di twîta xwe de rojnamevan Îsmaîl Saymaz, Erk Acarer, Bariş Terkoglû, Alîcan Ûlûdag û Tîmûr Soykan hedef girt.    Kiliç bi gotinên “Em ne pênûsên bi hibir ên bi fonên YE û Amerîkayê tên dagirtinin, em ‘pênûsziriç’ in. Bêguman hûn ê bibînin ku ‘pênûsziriç’ dê rojekê teqez serbikevin!” gef li rojnamevanan xwar.