Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît 2024-07-06 11:34:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa dewleta tirk duh bi şev nava gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê topbaran kir û zerar gihişte gelek xaniyan.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe dewam dikin. Li gorî nûçeya Rojnewsê di çarçoveya planên dagikirinê de duh bi şev artêşa tirk gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê topbaran kir.   Li gorî agahiyan, artêşa tirk rast e rast gund topbaran kiriye, ji ber êrişê gelek xaniyên welatiyan xirab bûne. Herwiha wesayîtek ya welatiyan jî zerar dît. Li gorî dîmen û wêneyan, zerareke mezin gihiştiye xaniyên welatiyan, derî û pencere şikestine.   Ji ber êrişa dewleta tirk tirsek mezin ket nava xelkê gund. Zarok heya danê siharê nekarîn ji ber êrişan razin.