Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya 2024-07-06 15:32:40   AMED - Konseya Bajêr a Amedê ya di dema qeyûm de nehate xebitandin, ji bo 29’emîn Civîna xwe ya Asayî civiya û Lijneya xwe ya Rêveberiyê û hevserokên xwe hilbijart.    Konseya Bajêr a Amedê 29’emîn Civîna xwe ya Asayî li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, siyasetmedara kurd Gultan Kişanak, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn.    Di civînê de ji serokatiya dîwanê re Serokê Baroya Amede Nahît Eren, ji endamtiya wê re jî Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen û endamê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat hate hilbijartin.    EREN: QEYÛM DARBEYA LI DEMOKRASIYÊ YE   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê di civînê de ewilî axivî, anî ziman ku bi qeyûman hişmendiya hevpar a bajêr ji holê rakin û dînamîkên bajêr ji biryaran dûr bixin. Eren, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman hilbijartina şaredarekî nû nayê armanckirin û wiha got: “Armanc ew e ku pêşiyê li dînamîkên vî bajarî bigirin ku bibin xwediyê gotinê. Gotin ku qey ev bi ser xistin lê ev bajêr we qet dest ji vê ferasetê bernede. Qeyûm a darbeyeke zelal a li demokrasiyê ye pêkanîneke li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye. Di serî de li Wanê xwe nîşan da lê li dijî vê pêkanîn bertekeke cidî derket holê. Darbeya ku hate xwestin bi destê hiqûqê bê danîn bi têkoşîna civakê re bi paş ve hate kişandin. Niha li Colemêrgê tê pêkanîn.”   ‘HATE ASTENGKIRIN KU DÎNAMÎKÊN BAJÊR DI RÊVEBERIYÊ DE CIH BIGIRIN’    Dû re sînevîzyoneke ku xebatên Konseya Bajêr di nav de cih digirt hate nîşandan. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a pişt re axivî, bal kişand ser ruhê piştevaniyê yê di pêvajoyên zor de li Amede tevî qeyûm pêk hat. Bucak, diyar kir ku ew ê li dijî hewldana şikandina têkiliyên di navbera civaka sivîl û rêveberiyên herêmî de bi hev re têbikoşin.   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî bi lêv kir ku 8 sal in ji aliyê qeyûm ve tê astengkirin ku saziyên li Amedê di nav rêveberiyê de cih bigirin û destnîşan kir ku divê bi hemû dînamîkên bajêr ve dest bi xebatan bikin. Hatûn îşaret kir ku dê bi dînamîkên bajêr ve pirsgirêk zûtir bên çareserkirin û got: “Em ê vî bajarî bi saziyên xwe û gelê xwe re bi rê ve bibin.”   ‘EZ JI BO JI WE RE BIBIM HEVRÊ HATIM’     Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî diyar kir ku derveyî dînamîkên xwezayî yên bajêr ji derve mudaxileyî bajêr hate kirin û da zanîn ku gel ev mudaxile qebûl nekir û di hilbijartinan de jinûve îradeya xwe nîşan da. Kişanak axaftina xwe wiha domand: “Ez ne ji bo ku gotina ‘em li ku mabûn’ bêjim, ji bo bêjim ku ‘em li ku ne’ û ‘em ber bi ku ve diçin’ bibinim hatim. Ez ji bo dînamîkên vî bajarî yên li ber xwe didin bibînin û ji we re bibim hevrê hatim vê derê. Di bingeha vê axê de rêveberiya herêmî heye û em ev bingeh winda nekir. Ev bajêr îdiaya xwe ya xwe bi rê ve bibe û xwe bi pêş ve bibe diparêze. Li vî bajarî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me ku em bi giraniya vê mîsyonê tevbigerin û pêwistiya wê bi cih bînin.”   Yek ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Hulya Alokmen Ûyanik jî diyar kir ku Amed a her tim di bin zilmê de  ye, ji aliyê xwişk û biratî û aştiyê helwesta xwe digire û anî ziman ku bajarê ku nasname û baweriyên cuda bi hev re lê dijîn serwer bêhişbûnê ferz dikin.    Pişt re serokatiya dîwanê ya konseya bajêr û endamên lijneya rêveberiyê hatin hilbijartin. Serra Bûcak û Dogan Hatûn ên ji bo hevserokatiyê hatin pêşniyarkirin bi dengdayînê weke hevserokên konseyê hatin hilbijartin. Piştî nîqaşa ku rexne û pêşniyar hatin kirin, 26 kesên ku nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û odeyên pîşeyî ne ji Lijneya Rêveberiya Konseyra Bajêr a Amedê hatin hilbijartin.