Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn 2024-07-06 15:36:47 NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê û xizmên windayan faîlên Îkram Mihyaz û feysel Aslan ê di sala 1994’an de hatine revandin pirsîn.  Çalakiya Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan a li Colemêrgê ya her hefteyê û çalakiya Îzmîrê ya 2 hefteyan carekê ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” dom kirin.   COLEMÊRG   Şaxa Komeleya ÎHD’a Colemêrgê û xizmên windayan di 130’emîn a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” de li Kuçeya Hûnerê ya navçeya Gevera hatin ba hev. Xizmên windayan, Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Feysel Aslan ê di sala 1994’an de piştî hatiye qetilkirin û îşkence li cenazeyê wî hatiye kirin, hatin pirsîn.    Çiroka Feysel Aslan ji hêla biraziya wê Rojda Aslanê ve hate xwendin.    ÎZMÎR   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li pêşiya Sumerbank a berê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li ku derê ne? hate vekirin û dovîzên ji wêneyên windayan hatine çêkirin, hatin hilgirtin. Nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de faîlên Îkram Mihyaz ê di 5’ê tîrmeha 1994’an de hatiye revandin û windakirin hatin pirsîn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî hevserokê şaxê Alî Aydin xwend.    ‘BILA FAÎL BÊCEZA NEMÎNIN’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku bila doz ji demboriyê re nemîne, darizandin ji nû ve were kirin û wiha hat gotin: “Em dizanin ku hemû binpêkirinên mafan ên hevrûbûn nehatine kirin, di salên piştre bi zêdebûnê ve derdikevin pêşberî me û em dibêjin ku di sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin de domborî nabe. Bila faîl bêceza nemînin.”