Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin 2024-07-06 16:05:40 ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder tev li çalakiya mexdûrên edhejê bû û anî ziman ku divê berpirsyar pêşberî edaletê hesabê bidin.  Di erdheja 6’ê Sibata 2023’yan a navenda wê Mereş bû de 4 kes ji malbata Done Kayayê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiya Kaya ya bi daxwaza “darizandina Adîlane” daye destpêkirin di hefteya 10’emîn de li Qada Ûlûsê de dom kir. Sema Olûkpinar a kurê wê di Sîteya Saîtbey a li Mereşê de jiyana xwe ji dest daye, daxwaza edaletê kir. Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û gelek kes tev li çaakiyê bûn.    ‘BERPIRSYAR WEZARET E’   Kaya destnîşan kir ku bi qasî edalet pêk neyê dê êşa wan her biçe girantir bibe û xwest ji mutehîtan heya rayedarên wezaretê kesên berpirsyariya wan hene, werin darizadin. Kaya wiha axivî: “Ji ber venêrîna xaniyan baş nehat kirin, û pêvajoya çêkirinê baş nehat meşandin xanî xera bûn. Ji ber wezaret van karûbaran ji şîrketên ku bi armanca qezenckirina pereyan dixebitin hiştin xanî hilweşiyan. Lewma berpirsyarî dikeve ser Wezaretê.”    ONDER: DIVÊ HESABÊ BIDIN   Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder axivî. Onder diyar kir ku ew bi xwe jî malbatekî mexdûr ê erdhejê ye û wiha got: “Di erdehê de me jî dehan xizmên xwe, li Semsûrê winda kirin, xanî xera bûn. Em hewl didin ku li Meclisê bidin dengê her kesê ku heqê xwe dixwaze. Heke edalet pêk neyê dê mexdûrên erdhejê her roj careke din dê di bin kavilan de bimînin. Heke edalet tune be dê şewqa wî welatî vemire. Divê berpirsyar hesabê bidin.”