Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin 2024-07-06 16:08:38 ENQERE / STENBOL - Di daxuyaniyên ku bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş de bang hate kirin ku Emrah Nebîoglû û Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar bên berdan.  Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 513’emîn a çalakiya xwe ya balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş de li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin bahev. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin.     Di vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind  a Antalyayê de tê ragirtin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku girtiyê nexweş Nebîoglû ji sala 2022’yan ve girtî ye û 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn û bi bîr xist ku dema Nebîoglû hatibû girtin ji serê xwe birîndar bûbû û 37 rojan di lênêrîna awarte de mabû. Çevîrmen, diyar kir ku ji ber birîndar bûnê dest û lingên wî û noronên rehik ên çepê yên Nebîoglû felc bûye û got: “Emrah Nebîoglû yê bêyî piştgirî nikare bimeşe, nexweşiyên gurçikan û nexweşiya tansiyona bilind pê re hene.”   JI SEDÎ 94 RAPORA WÎ HEYE    Çevîrmen, destnîşan kir ku ji aliyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê ve di 25’ê kanûna 2019’an de rapora astengdariyê ya ji sedî 94 hatiye dayîn û wiha domand: “Nebîoglû ji roja ketiye girtîgehê ve bêyî ku piştgiriyê bigire zehmetiyê dikişîne ku jiyana xwe bidomîne û pêdiviyên xwe yên bingehîn jî nikare bi tena serê xwe bicihbîne. Tevî nexweşiyên wî û rapora ji sedî 94 ku ji aliyê du nexweşxaneyan ve hate dîtin nayê berdan.”   ‘DIVÊ DEMILDEST BERDIN’    Çevîrmen, bal kişand ku serlêdana ji aliyê dadgehê û parêzerên Nebîoglû ve ji ber nexweşiyên wî were berdan hatiye kirin nehatiye qebûlkirin û xwest ku Nebîoglû yê bi tena serê xwe nikare bijî an were berdan û li cem malbata xwe di şertên bi tendurist de tedawiya wî were domandin.”   STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 641’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê pêk anî. Di çalakiyê de bal kişandin ser girtiyê nexweş Serdal Yidirim ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û ji sedî 98 rapora wî ya astengdar heye. Di çalakiya wêneyên girtiyên nexweş hate hilgirtin de pankartên “Tedawî maf e, nikare were astengkirin” , “Bila girtiyê nexweş Serdal Yildirim bê berdan” û dirûşmeyên “Tedawî maf e, nikare were astengkirin” , “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.    RAPORA NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn anî ziman ku li girtîgehan mafê tedawiyê yê girtiyan her tim tê binpêkirin û got: “Ji sedî 98 rapora Serdal Yildirim heye, ji navtengê pê de bifelc e, ji ber ulsera mîdeyî nikare baş xwarinê bixwe û kîloyeke zêde winda dike. Ji ber platînên di pişta wî de ji cih çûne her tim janan dikişîne. Tevî ku cuda cuda 5 caran sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hate kirin û rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ hate dayîn jî bi îdiaya ‘gefa li ewlehiyê’ nayê berdan. Ev rewş ji bo jiyana wî xetereyeke giran e.”   ‘SERLÊDAN LI BER ÇAVAN NAYÊN GIRTIN’    Bekîn, da zanîn ku ji ber platînên di pişta Yildirim de ji cih çûne niha nikare li ser piştê rakeve û diyar kir ku hişyariya nexweşxaneyê ya “divê teqez were ameliyatkirin” ji ber şertên girtîgehê li ber çavan nayên girtin.    Bekîn, bi lêv kir ku ji ber vê rewşê parêzerê Yildirim ji bo ku ew bê berdan di serî de li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serî li gelek saziyên rayedar dan û ji serlêdanan tu encamên erênî derneketin. Bekîn, destnîşan kir ku Yildirim niha li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin û ji bo berdana Yildirim banga hestiyariyê ji raya giştî û saziyên rayedar kir.