Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî 2024-07-06 16:23:25   ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrgûlê zaroka ji ber germa zêde kete avê xeniqî.   Li herêma Banê Bûtyan ê girêdayî bajarokê Dêrgûlê yê Şirnexê zaroka bi navê Yelîz Kalkan a 16 salî ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî. Kalkan bi mudaxileya hemwelatiyên derdorê ji çem hate derxistin. Lê tevî hemû mudaxileyan jî nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zaroka ku xeniqî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate diyarkirin ku piştî kar û barên otopsiyê dê cenazeyê Kalkanê li goristana bajarokî bê veşartin.