Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş 2024-07-06 19:46:24 ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê li dijî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariya Colemêrgê  bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrg" meşiyan.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê li dijî tayinkirina qeyûm a li ser Şeredariya Colemergê li navçeya Silopiyayê meş li darxist. Girseya ku li ber avahiya Rêxistina DEM Partî ya Silopiyayê kom bûn pankarta ku li ser, "Şeredariyê yên me ne destûr nadin xespê" hat vekirin.   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, rêxistinên DEM Partî yên navend û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştİyê, Hevşeredarên navçeyên Şirnexê, Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Girseya ku heta ber avahiya Şeredariya Silopiyayê bi dirûşmeyên, "Bimrê koletî bijî azadî, bijî berxwedana Colemêrg, qeyum wê hesap bidin gel, ji qeyuman re na, bijî berxwedana gelê kurd" meşiyan.   'EM RÊ NADIN QEYUMAN'   Girseyê li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek da. Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di daxuyaniyê de axivî û bi lêv kir ku heta sepanên qeyum û tecrî bi dawî bibe ew ê çalakiya xwe bidomînin û ev tişt gotin: "Şeredariya Colemêrgê ku bi vîna gel hatibû hilbijartin qeyum hat tayin kirin. Bi tayin kirina qeyum careke din dest danîn ser vîna gelê kurd. Li dijî tayin kirina qeyum li her kulanên Comêrgê bertekên gel berdewam dikin. Li dijî  xesp kirina vîna gel ew hefteke ku çalakiya meşê ya, "Meşa rêzgirtinê ya vînê" tê li darxistin. Em li Şirnexê meşvanan re silavên xwe dişinin. Em silavên xwe ji kesên xwedî li vîna xwe derdikevin re dişinin. Em li vir careke din bang dikin û dibêjin ku em qeyuman nasnakin."   Piştî daxuyaniyê girsê derbasî berderiyê şeredariyê bûn û li vir çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.