'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt 2024-07-06 20:09:27 WAN - Meşa “Rêzgirtina li Vînê” gihişt Geliyê Zapê. Meşvanan li vir tevî germa zêde jî meşa xwe berdewam kirin û bi dirûşme û stranên xwe biryarbûyîna xwe nîşan dan. Meşa “Rêzgirtina Li Vînê” ku di 30’ê hezîranê li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê destpêkir, di roja 7’an de gihişt ser Geliyê Zapê. Meşvanan îro di danê sibê de li navçeya Elbakê ya Wanê dest bi meşa xwe kirin û bi dirûşemeyên “Jin jiyan azadî”, “Colemêrg ya me şaredarî ya me ye”, “Bijî berxwedana gelê kurd” û “Kurdistan, goristan ji bo faşîstan” ket di nava sînorên Colemêrgê. Di meşê de ji bilî hevserok, partiyî û hevşaredaran hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir jî tev li meşê bû.   JI HÊLA JINÊN FEMÎNÎST VE HATIN PÊŞWAZÎKIRIN   Meşvan li ser Pira Ciwanên Şoreşger ku tê gotin ji hêla Denîz Gezmîş û hevalên xwe ve hatiye avakirin, ji hêla Jinên Femînîst ku li herêmê serdana şaredariyên di destê DEM Partiyê de ne dike, hatin pêşwazîkirin. Meşvan û Jinên Femînîst li ser pirê daxuyanî dan û piştre demekê bi hev re meşiyan. Dû re Jinên Femînîst derbasî Colemêrgê bûn û li wir jî daxuyaniyek dan. Meşvanan jî bi hemû coşa xwe meşa xwe tevî germa Geliyê Zapê jî berdewam kirin û gihiştin Gundê Erzinkê ku dê şev lê bimînin. Meşvanan li vir demekê govend gerand û bi peyamên xwe yên bibiryar roja xwe bidawî kirin.   BERNAMEYA SIBÊ   Meşvan dê sibê heta Depînê ku gelek nêzî Colemêrgê ye bimeşin.