Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire' 2024-07-06 22:51:36 EDENE - Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de got: "Mafê tu kesî nîne îradeya demokratîk a gelan desteser bike" û bang li desthilatdariya faşîst kir ku rêzê li vîna gel bigire.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gel partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr, li Qada Beşocak a herî qelebalix a Edeneyê li hev civiyan û banga bidawîkirina desteserkirina îradeyê kirin.   Girseya ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin pankarta "Şaredarî ya gel e, em ê destûrê nedin desteserkirinê" û dovîzên “Qeyûm darbe ye" û "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" vekirin û timî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan”, “Her der Colemêrg her der berxwedan e”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Li dijî faşîszmê mil bidin hev” berz kirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî. Aydemîr anî ziman ku desteserkirina şaredariyan tê wateya tinehesibandina mafê dengdanê, hilbijartinê û tinekirina demokrasiyê û wiha got: “Li şûna rêveberên xwecihî yên bi dengdayînê ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, qeyûm dişînin û îradeya gel tine dihesibînin. Ev darbeya li dijî îradeya gel wê ti feyde nede demokrasiya Tirkiyeyê. Em vê helwesta şaş a ku îraadeya gel, hiqûq û edaletê binpê dike qebûl nakin. Di vê çarçoveyê de em bang li hêzên siyasî dikin ku dest ji pêkanînên qeyûman berdin û ji îradeya gel re rêzdar bin.”   Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.