Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye 2024-07-07 09:04:14 STENBOL - Girtî Servet Ozgun ku ji ber rastî heqaret û gefên sîstematîk ên gardiyanan hat û di 23'yê Hezîranê de dest bi greva birçîbûnê kir, bi rêya parêzerê xwe gilî kir.    Servet Ozgunê di Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê de bi awayekî sîstematîk rastî gefên gardiyanan tê. Parêzerê wî Îbrahîm Korhan diyar kir ku muwekîlê wî rastî muameleya xirab a gardiyanên bi navê D.H., F.İ., O.T., C.K. û S. D. tê. Korhan serî li Serdozgeriya Komarê ya Espiyeyê da û giliyê gardiyanan kir û xwest doz liw an bê vekirin.    GILÎ KIR   Parêzer Korhan di daxwaznameyê de diyar kir ku gardiyan çêran li muwekîlê wî dikin û heqaretê lê dikin û got ku di heman demê de jî gefê lê dixwin. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku Ozgun telefonî malbata xwe kiriye û gotiye ez ê ji ber gefan "xwe bikujim", lê piştî ku malbatê ew qaneh kiriye dest ji "xwekuştinê" berdaye. Di daxwaznameyê de hat gotin ku muwekîlê wî ragihandiye ku heya dawî li vê rewşê neyê wê têkeve greva birçîbûnê.    Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku doz li gardiyanan bê vekirin û bên cezakirin.