Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin 2024-07-07 09:05:13 ÊLIH - Cerdevanên ku naxwazin tevlî operasyona li Zap, Avaşîn û Metînayê bibin, çekê datînin. Bi teblîxata ku ji cerdevanên beşdarî operasyonê nabin gef hat xwarin.    Tirkiye ji 17'ê Nîsana 2022'yan ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên li Herêma Kurdistana Federe dike. Li vir Tirkiye bi piştgiriya PDK'ê gelek binkeyên leşkerî ava kirine û rêyên nû çêkirine. Berê jî ji Şirnex û Colemêrgê gelek cerdevan jî daxilî operasyonê hatibûn kirin, herî dawî jî li Sêrt, Êlih, Amed, Çewlig û Mêrdînê jî şertê beşdarbûna operasyonê li be rcerdevanan hat danîn. Hat diyarkirin ku wê cerdevan kom bi kom biçin herêmê û wê 45 rojan bimînin. Ji bo her rojeke operasyinê hezar TL tê dayîn.    Di belgeya teblîxê de ku ji cerevanan re hatiye şandin de, hatdiye gotin ku ger beşdarî peywirê nebin wê bên cezakirin.    ‘DIXWAZIN ME BIKUJIN'   Cerdevanên ku bertek nîşanî vê dan û ji bo ewlehiyê nexwestin navê wan bê eşkerekirin anîn ziman ku wê vê yekê qebûl nekin û çekê deynin. Cerdevanan anî ziman ku ew naxwazin şer bikin û gotin ku leşker berê me didin nava mayinan û dixwazin me bikujin. Cerdevanan da zanîn ku wê vê talîmata ku li ser navê Wezareta Karên Navxweyî ji wan re hatiye qebûl nekin û wê çekê deynin.   Hat diyarkirin ku li Sêrt û Êlijê gelek cerdevanan çek daniye û yên danenîne jî li malên xwe ne û neçûne operasyonê.