Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê 2024-07-07 09:24:47 STENBOL - Parêzer Dîdare Hazal Sumelî da zanîn ku hinek girtiyên li Girtîgeha Marmarayê jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê û rewşa hinekan jî xerab e. Sumelî, da zanîn ku dê serlêdana sûc bikin.    Di 28’ê hezîranê de li Kampusa Girtîgehên Marmarayê nêzî 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn. Piştî xwarinê, hinek girtî vereşîn, hinek bi vijikan ketin û hinekan jî dilê wan rabû. Li ser vê yekê rakirin nexweşxaneyê. Parêzerên ku endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê ne, di 3’yê tîrmehê de çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Marmarayê. Ji parêzeran Dîdare Hazal Sumelî têkildarî tiştên qewimîn axivî.  Parêzer Dîdare Hazal Sumelî   Sumelî, diyar kir ku di serdanê de hîn bûne ku hinek girtî ranekirine nexweşxaneyê û ev agahî da: “Hinek girtiyên demekî dirêje di girtîgehê de, nexweşiyên wan ên cuda hene. Lewma ji ber jehrîbûnê rewşa wan giran e. Girtî ji ber xwarinê jehrî bûn. Bi qasî me dîtî rewşa girtiyan baş nîne. Lewma em ketin nava tevgerê. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî rêveberiya girtîgehê gelek girtî nebir nexweşxaneyê. Ji ber nexweşiya ku sedema wê tam nayê zanîn, rewşa girtiyan derbasî astekî girîng bûye. Tevî ku bi ser bûyerê hefteyek jî derbas bûye, hinek girtî hêj nebaş in. Tevî van bûyeran jî girtîgehê jî tu daxuyanî nedaye.”    PIRSGIRÊKA XWE DUBARE DIKE   Bi domdarî Sumelî anî ziman ku pirsgirêka tenduristiyê li girtîgehan pirsgirêka sereke ye û wiha pê de çû: “Ev pirsgirêk her ku diçe girantir dibe. Mixabin em pirî caran rastî van bûyeran tên. Di 24’ê hezîranê de jî li Amedê em rastî heman rewşê hatin. Ev ne bûyerên cara ewil in. Di 2017’an de li Girtîgeha Marmarayê bûyerekî bi heman rengî qewimî. Di nava heman salê de li Girtîgeha Agiriyê girtiyan gotibû ku ji ava wan kêzik derketine.”    ‘DIVÊ SAZIYÊN SERBIXWE KONTROL BIKIN’    Di berdewamê de Sumelî anî ziman ku îktîdar di mijara tenduristiya girtiyan de xemsar tevdigere û ev tişt anî ziman: “Em ê têkildarî bûyerê û derheqê berpirsyaran de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Girtîgeh ji xwe ne cihê mirovên bitendurist in. Divê saziyên serbixwe biçin kontrola wan. Em ê serlêdana sûc bikin. Em dixwazin rêveberiya girtîgehê û wezareta tenduristiyê têkildarî bûyerê demildest daxuyaniyê bidin. Jehrîbûna 250 girtiyan tiştekî asayî nîne. Divê tevahiya partiyên siyasî yên muxalîf û rêxistinên civaka sivîl di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”