Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine 2024-07-07 09:32:27 ŞIRNEX - Derket holê ku qeyûmên Şaredariya Cizîrê park jî dewr kirine. Park terkî qedera xwe hatine kirin lewma Şaredariya Cizîrê dest bi xebatên sexbêrkirin û paqijiya wan kir.     Cara ewil qeyûm di 11'ê Îlona 2016'an de tayinî Şaredariya Cizîr ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat kirin. Di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de vê carê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredariyê bi dest xist û di 29'ê Cotmeha 2019'an de careke din qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin. Qeyûman li dû xwe texrîbateke mezin û 772 milyon û 414 hezar TL deyn hiştin. Her wiha qeyûman bi dehan mal û ilkên şaredariyê jî dewrî mudûriyeta polîsan, cendirmeyan, miftîtî û midûriyeta werzîşê kirin.    Qeyûman li Cizûrê ji 8 parkên şaredariyê 5 jê dewr kirin. Saziyên ku park dewrî wan hatin kirin, li parkan mêze nakin. Ji bo welatî mexdûr nebin Şaredariya Cizîrê ji mecbûrî paqijiya van parkan û karên wan ên din dike.    Piraniya parkan li qeraxê Çemê Dîcleyê ne û di bin germahiya havînê de gel tenê dikare li van qadan hinek bêhnê bistîne. Lê belê ev park di demên cuda de ji aliyê qeyûman ve dewrî saziyên alîgir hatine kirin.    Parka Cam Teras û Parka Melayê Cizîrî ji aliyê qeyûm û qeymeqam Nazli Demîrê ve dewrî Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî hatin kirin.    Qada mesîreyê ya li ser 60 donimî ku li Taxa Dîrsekliyê ye û nêzî 30 milyon TL lê hat xerckirin, dewrî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê û parkên Mem û Zînê yên li Taxa ÇArkendal û Çemkurê jî dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê hat kirin.   Parkên din jî dewrî miftîtiya navçeyê û midûriyeta polîsan hatine kirin.    Ev parkên ku hatine dewrkirin bêxwedî hatine hiştin. Ji ber vê Şaredariya Cizîrê jî ji bo welatî mexdûr nebin li van parkan mêze dike û paqijiya wan dike.    Li navçeyê tenê Parka Bêrîvan, Demokrasî û Şahîn Tepesî di destê şaredariyê de ne û ev park jî li derveyî bajêr in.    MA / Zeynep Durgut