Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan 2024-07-07 10:18:36   STENBOL -  Ji destpêka komarê heta niha êrişên li dijî cenazeyan û goristanan bi awayekî sîstematîk didomin. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Rêzgirtina ji Mirî re û Edaletê Rojhar Erol got ku heta polîtîkaya necezakirinê bidome dê ev rewş neguhere.   Ji destpêka komarê heta niha êrişên li dijî cenazeyan û goristanan bi awayekî sîstematîk didomin. Di sala 1925’an de cenazeyê Şêx Seîd û di 1938’an de jî bi nedayîna cenazeyê Seyîd Riza ev pêvajo dest pê kir û hêj didome. Ev polîtîkaye di saên 90’î de jî bi hezaran cînayetên kiryarnediyar hate domandin.    Di serdema îktîdara AKP’ê de ev êriş derketin qonaxeke nû. Di sala 2017’an de cenazeyên 261 PKK’iyan ên li Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin texrîbkirin. Cenaze hatin revandin û di bin payerêya li Kîlyosê ya Stenbolê hatin veşartin. Di vê serdemê de hemû goristanên cenazeyên PKK’iyan lê bûn hatin texrîbkirin. Hinek cenaze bi rêya kargoyê di qutiyan de radestî malbatên wan hatin kirin. Nehat hiştin ku cenaze li gorî baweriya civakê bên definkirin û mafê şîngirtinê yê malbatan jî hate binpêkirin. Mînaka vê ya herî dawî jî di miameleya li dijî cenazeyê girtiyê nexweş Şefîk Esen de derket holê.    Girtiyê nexweş Şefîk Esen di 27’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da û bêyî ku tevdîreke tibî were girtin, bi birînên vekirî radestî malbata wî hate kirin. Dema cenaze li nexweşxaneyê dihat kefenkirin, di nava xwînê de ma û tevî israra bavê wî jî birîn nehatin girtin. Dema cenaze gihiştî Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê, ji darbesta Esen xwîn diherikî û xebtkarên balafirgehê hewl didan darbestê bi naylonê bipêçin. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Rêzgirtina ji Mirî re û Edaletê Rojhar Erol got ku ev ne rewşekî cara ewil e, ev polîtîkayeke dewletê ye.    Hevberdevkê Înîsiyatîfa Rêzgirtina ji Mirî re û Edaletê Rojhar Erol   POLÎTÎKAYA ‘LI MIRIYAN BIXE, YÊN SAX BITIRSÎNE’    Erol, diyar kir ku bêhurmetî û tundiya li dijî cenazeyan a li vê erdnîgariyê ne rewşekî nû ye û wiha got: “Di salên 90’î de cenazeyên gerîlayan bi pişta wesayîtan ve girê didan û li navenda bajaran digerandin. Dewlet, tundiya li dijî miriyan weke amûrekî tirsandina civakê bi kar tîne. Di salên dawî de jî ev bi awayekî rêxistinkirî tê k irin. Polîtîkayeke necezakirinê heye. Me ferq kir ku cenaze û bedena her kesî di xetereyê de ye. Lewma me ev înîsiyatîf ava kir. Heta niha jî yek ji kesên vê bêrêziyê li cenazeyan dikin nehatine darizandin. Lewma me ferq kir ku cenazeyên her kesên ne tirk, di xetereyê de ne.”   ERIŞÊN LI DIJÎ GORISTANAN   Erol, da zanîn ku ev polîtîkayeke dewletê ye û çendek mînakên dîrokî da. Erol, wiha domand: “Hinek dayik û bav ev zêdetirî 30 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin. Goristanên ermenan tên tunekirin û pir bi rehetî li ser wan AVM û mizgeftan çêdikin. Piştî 2015’an li Kurdistanê 13 goristan bi dozeran tune kirin. Hinek ji wan cenazeyan birin tipa edlî ya Stenbolê. Piştre jî, bi taybet ên ji Goristana Xerzanê anîn, li Kîlyosê li cihekî ava kanalîzasyonê jê re derbas dibe hatin veşartin. Me li vî welatî dît ku cenazeyê Agît Îpek bi kargoyê şandin. Cenazeyên zarokan di qutiyan de dane malbatên wan. Dema cenazeyên PKK’iyan tên, mizgefta gund tên girtin, mela tên şandin û nahêlin şîn were danîn. Mafê definkirinê bi awayekî herî xedar tê binpêkirin.”    ‘KESÊN ZIRAR DANE MIRIYAN NEHATIN DARIZANDIN’    Bi domdarî Erol da zanîn ku parêzerê Şefîk Esen gelek caran ji bo tehliye û taloqkirina cezayê serlêdan kiriye lê her carê rapora “Dikara li girtîgehê bimîne” hatiye dayîn. Erol, wiha pê de çû: “Piştre jî Esen wefat kir. Ji ber bêrêziya li hemberî miriyan û xemsariya yekser bi destê dewletê tê kirin, çalakî tên kirin. Ev tevek jî encama polîtîkayên dewletê ne ji ber ku tu tevdîr negirtine. Heta niha yek kesê bêrêzî li miriyan kirî û zirar daye cenazeyan nehatiye darizandin. Ji bo Esen kefenek jî zêde dîtin. Ev bûyereke pir giran e. Bi rastî jî divê mirov ser bifikire, binivîse û biaxive. Nexwe cenazeyên me tevan di xetereyê de ne. Li vê xakê îro divê yek ji tiştên em biguherînin jî ev e. Divê li dibistanan rêzgirtina li hemberî miriyan were dayîn û mewzûatên hiqûqê bên amadekirin. Derdê me ev e û em mecbûr in bi vê bifikirin û biafirînin.”    MA / Yeşîm Tukel