JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin 2024-07-07 11:10:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha hezîranê ya JINNEWS’ê, 37 jin hatin qetilkirin û 7 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha hezîranê parve kir. Li gorî çeteleyê, di meha hezîranê de 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin, 7 jinan û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji jinên hatine qetilkirin 16 jê ji hêla zilamên pê re zewicî bûn, 5 ji hêla zilamên di qonaxa hevberdanê de bûn, 3 jê ji hêla zilamên ji hev veqetiya bûn, 3 ji hêla yên hev nas dikir, 5 jê ji hêla kesên nasnameya wan nehat tespîtkirin, yek jê ji hêla zavayê xwe ve, 2 jê ji hêla bavê xwe ve, yek jê ji hêla xizmê ve û yek jî ji hêla zilamê bi hev re bûn ve hatin qetilkirin.    Di çeteleyê de bajarên jin lê hatine qetilkirin jî wiha hatin rêzkirin: “5 jin li Enqereyê, 2 li Mêrsînê, yek jê li Rihayê, 2 li Konyayê, 4 li Edeneyê, yek li Colemêrgê, yek li Rîzeyê, 2 li Mêrdînê, 3 jê li Eskîşehîrê, 4 li Îzmîrê, yek li Amedê, yek li Kayseriyê, yek li Denîzliyê, yek li Nîgdeyê, yek li Xarpêtê, yek li Dîlokê, yek li Aydinê, yek li Kirikkaleyê, yek li Antalyayê, yek li Stenbolê û yek jî li Tekîrdagê hate qetilkirin.”