Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ 2024-07-07 11:19:05 WAN - “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ku ber bi Colemêrgê ve hatiye destpêkirin, di roja 8’an de li Geliyê Zapê didome. Di daxuyaniya meşê de wiha hate gotin: “Sedema hemû pirsgirêkan tecrîd e. Divê tecrîd bi dawî bibe û bi Ocalan re li ser maseyê bê rûniştin.”    Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qeyûm hate tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm, “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” hate destpêkirin û meş di roja 8’emîn de didome. Meşvanên gihiştin Geliyê Zapê, piştî xwarina taştê daxuyanî dan.      'DIVÊ GUFTÛGO BÊ DESTPÊKIRIN’   Di daxuyaniyê de dirûşma "Colemêrg a me ye" hate berzkirin û Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar wiha got: “Zêdetirî hefteyeke em li dijî xespkirina vîna gelê xwe di rêyan de ne. Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê çalakiyên li dijî xespkirina îradeya gelê me didomin. Heta ku ev xespkirina îradeyê tê bidawîkirin û qeyûman paşve tên kişandin dê çalakiyên me bidomin. Em baş dizanin ku ev pirsgirêk tevek bingeha xwe ji tecrîdê digirin. Ji bo ev pirsgirêk bi dawî bibin divê tecrîd bê rakirin. Hewceye bi birêz Ocalan re li ser maseyê rûnin û guftûgo bên destpêkirin. Ji bilî vê tu çareserî nînin.”    MEŞ DIDOME   Meşvan piştî daxuyaniyê bi muzîkan di Geliyê Zapê de dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Bijî berxwedana zindanan” berz klirin. Meşvanan piştî meşa 5 km’an bêhn vedan. Di bêhnvedanê de meşvanan kesên ji ber meşê lingên wan diêşiyan tedawî kirin.    Tê payîn ku meşvan di nava rojê de bigihijin Bêlatê û bi şev jî li Depînê bimînin.