Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin 2024-07-07 13:20:07   STENBOL - TÎHEK’ê rapora binpêkirinê ya têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê û Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê parve kir. Di raporê de hat gotin ku li qawîşên kapasîteya wan ji bo 28 kesan 40 girtî tên ragirtin.    Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê û Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê parve kir. Di raporê de hat gotin ku kapasîteya Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê hezar û 760 kes e lê 2 hezar û 188 kes tên ragirtin. Hat diyarkirin ku ji ber kapasîteya heyî tê derbaskirin, hinek girtî li erdê radizên û li qawîşên ji bo 28 kesan 40 girtî tên ragirtin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku li girtîgehê tenê makîneyeke cilşûştinê heye û destûr tê dayîn ku tenê zarokên neçarî sûc hatine kirin û girtiyên nexweş bi kar bînin. Di raporê de hat gotin ku ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehê tê kirin, di nava salekê de 16 caran li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) gilî hatine kirin û lê di çarçoveya lêpirsîna îdarî de biryara “hewcehî bi cezadayînê nîne” hatiye dayîn.    BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHÊ   Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê wiha hatin rêzkirin:    “* Personelên peywirdar di mijarên mafên mirovan, têkiliyên bi şexsan re û qedexeya îşkence û miameleya xerab de nehatine perwerdekirin.    * Li beşa razanê ya qawîşekê kêzik hatine dîtin û di asta tê xwestin de derman nayê reşandin.    * Daşira li odeya xesara raçînkan û pêşîlêgirtina travmayê, ji hêla kamerayan ve tê dîtin û kişandin.    * Li odeya xesara raçînkan û pêşîlêgirtina travmayê lembeya floresan a ku girtî bikare zirarê bide xwe heye.    * Girtî neçar dimînin ku cilên xwe yên şûştî li korîdoran rayêxin û ev yek jî dike ku qawîşên pir zêde qelebalix hewayî negirin.    * Ji bo girtiyên nexweş û astengdar qawîşeke cuda tune ye û li serşok û daşiran pêgirtek tune ye.”    GIRTÎGEHA TÎPA T A AFYONKARAHÎSARÊ   Bi domdarî di raporê de hat gotin ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê jî heman pinpêkirin tên jiyîn. Hat diyarkirin ku kapasîteya girtîgehê hezar û 212 kes e lê hezar û 334 girtî tên ragirtin. Di berdewamê de hat destnîşankirin ku qawîşên ji bo girtiyên nexweş û astengdar hatine veqetandin guncav nînin, hem daşir hem jî serşok ne li gorî girtiyên nexweş û astengdaran e.    Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê wiha hatin rêzkirin:    "* Personelên peywirdar di mijarên mafên mirovan, têkiliyên bi şexsan re û qedexeya îşkence û miameleya xerab de nehatine perwerdekirin.    * Li girtîgehê makîneya ziwakirinê ya ku girtiyên jin bi kar bînin tune ye.    * Daşira li odeya xesara raçînkan û pêşîlêgirtina travmayê, ji hêla kamerayan ve tê dîtin û kişandin.   * Li odeyên lêgerînê pêşmalkên ku tenê yek carê bên bikaranîn tune ne û lêgerîn li gorî mewzûatê nayên kirin.    * Girtî demekî dirêj li qawîşa demkî tên sekinandin.”