Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin 2024-07-07 14:08:51   MELETÎ - Kesê bi navê Îsmet Budak li navçeya Erxevanê hevjîna xwe Songul Budak û keça wê Cansu Aslan û neviya xwe Bulem Aslan qetil kir.    Kesê bi navê Îsmet Budak ê 61 salî li navçeya Erxevan a Meletiyê hevjîna xwe Songul Budak û keça wê Cansu Aslan (33) û neviya xwe ya 5 salî Bulem Aslan qetil kir. Faîl Budak piştre jî hewl da xwe bikuje. Komên tenduristiyê cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî. Faîl Budak jî bi birîndarî rakirin Nevenda Tipê ya Turgut Ozal.