Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin 2024-07-07 14:36:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewlteta tirk hejmareke zêde ya wesayîtên zirxî û leşkeran veguhest çoltarê Amediyeyê.    Dewleta tirk şevê din gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî gundê Guherzê yê navçeya Amediye ya Dihokê ya Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Gundiyek bi Rojnewsê re axivî û got: “Rewşa me gelek xerab e. Di serî de hikûmet, ez helwesta partiyên siyasî bi tundî şermezar dikim. Li dijî êrişên dewleta tirk bêdeng in. Ma hikûmet nabîne ku dewleta tirk her roj gundên me bombebaran dike, di encama van êrişan de zeviyên me, baxçeyên me û malên me dişewitin? Her roj guleyên topan li gundê me dikevin.”