Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin 2024-07-07 15:51:17   STENBOL - Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê li dar xistin. Di çalakiyê de peyama domandina berxwedana li dijî tecrîdê hate dayîn.    Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Çalakî bi mebesta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.    BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNÊ   Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Demîr Sonmez di çalakiyê de axaftineke kin kir û got ku heta polîtîkayên tecrîdê tên bidawîkirin dê çalakiyên xwe bidomînin. Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.