Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin 2024-07-07 16:08:59 COLEMÊRG  Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” de wiha got: “Rêzê ji bo hilbijêran û encamên sindoqê bigirin.” Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm hatibû tayînkirin û li dijî xespkirina îradeyê “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” hatibû destpêkirin. Meş di roja 8’emîn de didome. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari tev li meşê bû.    Hatîmogûllari di meşa niha li Geliyê Zapê de didome de axivî û wiha got: “Di vê meşa me li dijî qeyûman daye destpêkirin de em dixwazin ku rêz ji îradeya me re, ji mafê me yê bijartin û hilbijartinê re, ji qanûn û destûra bingehî re were girtin. Mixabin zîhniyeta qeyûmparêz nas nake û qeyûm tayîn dike. Li dijî vê feraseta darbeya siyasî dike, li her derê çalakî tên lidarxistin. Em li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo rêzgirtina îradeya xwe dimeşin. Rêzê ji bo hilbijêran û encamên sindoqan bigirin û hevserokên meclisê nas bikin.”    Piştî daxuyaniyê meşvan dîsa ketin rê.