Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn | 2024-07-07 16:51:04 AMED - Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin di salvegera 33'yemîn a kuştina xwe de li ber sûrên Amedê û li ser gora xwe hat bibîranîn.    Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ê ku di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji malê hat binçavkirin  û di 7'ê Tîrmeha 1991'an de cenazeyê wî li navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin, di salvegera 33'yemîn a kuştina xwe de li ber beden ango sûrên li Deriyê Mêrdîna Amedê hat bibîranîn. Malbata Vedat Aydin, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û gele kes beşdarî bîranînê bûye. Daxuyaniya bîranînê li ber sûrên Amedê pêk hat. Siyasetmedaran xwest wêneyê Aydin bi sûran ve daliqîne. Polîsan xwest bibin asteng. Li ser vê hewldana astengiyê parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Serhat Eren û Ceylan Akça posterê mezin ê Vedat Aydin birin bi sûran ve daliqandin. Heta ku daxuyanî li jêrê qediya parlamenteran li ber poster nobedê girtin. Daxuyanî li ber sûr û posterê hat dayîn.   'WÊ EW HER TÊKOŞÎNA ME RONÎ BIKIN'   Di daxuyaniyê de pankarta "Ala ku we bilind kiriye, neketiye û wê nekeve jî" hat vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn di bîranînê de axivî û got: "Em ji bo cangoriyê xwe Vedat Aydin û cangoriyên xwe yên azadî û demokrasiyê li vir kom bûne. Dibe ku hevalên me ji nav me birin û kirin lê bila neyê jibîrkirin ew her di têkoşîna azadiya gelê kurd de dijîn û wê her bijîn. Em kujeran nas dikin. Yên ku digotin û dixwestin bi kuştina heval û siyasetmedarên me wê têkoşîna me biqedînin, bila baş binêrin têkoşîna me gihîştiye bi milyonan kes. Lê wan xwe xapand. Em ê wek zarok û neviyên cangoriyên welatê xwe vê dozê û têkoşînê mezin û berfireh bikin. Ez di şexsê rêzdar Vedat Aydin de carek din hemû cangoriyên azadiyê bibîr tînim. Wê têkoşîna wan rêya me ronî bike."    ‘EW YEK JI BERXWEDÊRÊN 12'Ê ÎLONÊ BÛ'   Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî behsa serpêhatiya kekê xwe kir û wiha got: "Vedat di heyama 12'ê Îlonê de xistin zindanê. Li zindanê ji bo hevalên xwe bû kêf û moral. Ew yek ji berxwedêrên 12'ê Îlonê bû. Wî ji heyama 12'ê Îlonê heta roja şehadeta xwe ji bo maf û azadiya gelê kurd têkoşîn da. Piştî ji girtîgehê derket jî bênavber têkoşîna siyaseta azadiya Kurdistanê kir.   Ew bi ruhek milîtanî her t im di nava çalakiyan de bû. Ji bo ku ev dewlet pêşî li siyaseta gelê kurd bigire, divê kesekî bikira hedefa xwe û Vedat jî bû qurbanê vê hedefê. Ji ked û têkoşîna wî tirsiyan û bi bêbextî wî qetil kirin. Dixwestin bi kuştina Vedat gelê kurd bitirsînin û têkoşîna wan belav bikin. Pêvajoya kuştinan bi Vedat dan destpêkirin. Gelê me tevî hemû êriş û zextan jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Îro bi milyonan neferên vî gelî xwedî li têkoşîn û siyaseta xwe derdikevin. Ev ked û têkoşîna cangoriyên me ye. Ez carek din Vedat û hemû cangoriyên me bibîr tînim."   ‘BI MILYONAN KES DAYE PEY TÊKOŞÎNA VEDAT AYDIN'    Parlamenter Serhat Eren ê ku li ser sûrê nobeda pankart digirt jî axivî û wiha got: "Tu demê edalet ji bo kurdan nehat. Ji bo têkbirina têkoşîna gelê kurd Vedat Aydin qetil kirin. Lê tu wextî negihîştin armanca xwe. Wê ji niha şûn ve negihîjin mexseda xwe. Heta ku rastiya qetilkirina Vedat Aydin, cînayetên kiryar nediyar, komkujiyên li Dêrsimê, Zîlan, Pasûr, Roboskî neyên ronîkirin û dewlet rûbirûyî komkujiyan nebe, wê aştî û edaleta civakî pêk neyê. Pirsgirêka kurd bi şer û polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin. Yên ku Vedat Aydin qetil kirin, xwestin têkoşîna gelê kurd têk bibin lê îro bi milyonan kes têkoşîna Vedat Aydin û têkoşîna azadiya gelê kurd bi rê ve dibe. Vedat Aydin tevî îşkence, binçavkirin, gefan jî gavek jî ji têkoşîna xwe paşve neavêt. Mîrateya têkoşîna Vedat Aydin îro hêz û qewetê dide me. Wê her têkoşîna me ronî bike. Divê dewlet van dosyeyên tarî mane, ronî bike. Ez di şexsê Vedat Aydin de hemû cangoriyên welatê me bibîr tînim."    Piştî axaftinan girseyê dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin. Girse bi dû daxuyaniyê re heta ser gora Vedat Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê meşiya û bênavber dirûşmeyên "Vedat Aydin rûmeta me ye” û “Şehîd namirin" berz kirin.    Girse li ser gora Vedat Aydin rêz girt. Parlamenter Ceylan Akça li vir axivî û got: "Em ê şehîdên Kurdistanê ji bîr nekin. Wê têkoşîna wan berdewam bike."    Beşdaran qerenfîl danî ser gora Aydin û bernameya bîranînê bi dawî bû.