Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin 2024-07-07 17:05:57   MÊRDÎN - Li navçeya Artûklûyê polîs û bekçiyan li naverasta kuçeyê li kesekî dan. Dîmenên vê kêliyê tundiyê bi kameraya telefonê hatin girtin.    Li ser Deriyê Meşkîna ya li navçeya Artûklûya Mêrdînê, kesek ku bi tundiya polîs û bekçiyan re rû bi rû dimîne, ji aliyê welatiyekî ve kêlî bi kêlî dîmenê wê hat girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; duh bi şev kesek li Deriyê Meşkîna ji ber sedemek nayê zanîn ji aliyê bekçiyan ve hat sekinandin. Di navbera welatiyê navê wî nehat zanîn û bekçiyan de gengeşî derdikeve. Paşê bekçî li welatî dixin. Polîs jî sewqî cihê bûyerê hatin kirin û wan jî bi bekçiyan re li welatî dan.    Di dîmenên ku bi kameraya telefonê hatine girtin de tê xuyakirin ku bekçî û polîsan welatî avêtine erdê û lê didin. Di dîmenan de tê famkirin ku welatî nikare bêhnê bide û bistîne. Kêliya ku bekçî û polîs welatî dixin wesayîta binçavkirinê jî tê dîtin ku tundiyê lê dikin.