Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir 2024-07-07 18:09:04   ÊLIH - Îfadegirtina 14 welatiyên bi îdiaya têkiliya wan bi operasyona li gundê Bilêxşê ya Kercewsê re heye hatibûn binçavkirin. dest pê kir.    Li Çiyayê Mawa yê li navçeya Heskîfê ya Êlihê 18'ê hezîranê operasyon û şer qewimî bû. Di 22'yê hezîranê de operasyon û şer li belavî gundê Bilêxşê yê bi ser navçeya Kercewsê ya Êlihê bû. 14 welatî bi îdiaya ku têkiliya wan bi operasyonê re heye hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinên li gundê Bilêxşê û li taxa Bayindirlikê ya li navenda Êlihê hatin kirin de 14 welatî hatibûn binçavkirin. Keyayê gund Mûrat Gelîr, Abdulcelîl Gîtmez, Yuksel Gîtmez, Nedîm Kaya, Emîne Kaya, Halîl Şîmşek, Suleyman Kapan, Îsa Gîtmez, Mehmet Gelîr, Yusuf Boluk, Habîp Kaya, Mehmet Emîn Saglam, Nezeta Boluk û Rêber Gelîr hatibûn binçavkirin.    Binçavkirî li Fermandariya Leşkeriyê ya Êlihê tên ragirtin. Hat zanîn ku dest bi îfadegirtina welatiyan hatiye kirin. Welatî bi îdiayên wek, "alîkariya rêxistinê kirine" û "fînansê ji bo rêxistinê temîn kirine" tên sûcdarkirin. Tê payîn ku îro îfadegirtina wan temam bibe û piştre wan bibin Edliyeya Êlihê.