Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket 2024-07-07 18:55:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bombebarana galafirên Tirkiyeyê de li devera Rêkanyan a bi ser navçeya Amediyê ve şewat derket. Şewat her ku diçe belav dibe.    Li gorî nûçeya Roj Newsê; balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê devera Rêkanyan a bi ser Amediyê ve bombebaran kirin. Piştî bombebaranê li wê deverê şewat derket. Şewata ku bi çiya ketiye her ku diçe belav dibe.   Rojane ji ber bombebaran û topbaranên Tirkiyeyê, deverên bi ser başûrê Kurdistanê ve dişewitin û ziyaneke mezin digihe jîngeh û xelkê herêmê.