Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir 2024-07-07 19:07:27 ÊLIH - Şandeya ji DEM Partî, DBP, TJA û Dayikên Aştiyê pêk dihat, serdana gundê Bilêxşê yê bi ser Kercewsê ve kir.  Li Çiyayê Mawa yê li navçeya Heskîfê ya Êlihê 18'ê hezîranê operasyon û şer qewimî bû. Di 22'yê hezîranê de operasyon û şer li belavî gundê Bilêxşê yê bi ser navçeya Kercewsê ya Êlihê bû. Duh leşkeran avêtibû ser gund û gelek welatiyan kiribû binçavan. Îro şandeya ji DEM Partî, DBP, TJA û Dayikên Aştiyê pêk dihat, serdana gundê Bilêxşê kir. Şandeyê li gund li rewşa gundiyan pirsî û têkildarî operasyonê li wan guhdarî kirin.    Ji ber binçavkirinên ku qewimîn, xelkê gund pir hindik li gund mane. Şandeyê li gundiyên ku li wir mane guhdarî kir û şandeyê paşê li gund lêkolînan kir. Şande piştî serdana xwe temam kir ji gund veqetiya.