Serokê nû yê TTB'ê diyar bû 2024-07-07 19:21:34     ENQERE - Dr. Alpay Azap bû serokê nû yê Konseya Navendî ya TTB'ê.    Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) di navbera 28-30'yê hezîranê de Kongreya Mezin a 76'emîn li dar xistibû. Endamên nû yên rêveberiya Konseya Navendî ku hatin bijartin, mazbatayên xwe wergirtin. Endamên Konseyê civîna xwe ya ewil li dar xist û wezîfeyan dabeş kirin. Li gorî dabeşkirina wezîfeyê Dr. Alpay Azap bû serokê nû yê TTB'ê.    Wezîfeya endamên Konseya Navendî ya TTB’ê wiha ye:   * Serokatiya TTB'ê: Dr. Alpay Azap * Serokatiya 2'yemîn a TTB'ê: Dr. Mualla Pinar Saîp * Sekreteriya Giştî: Dr. Hîlmî Onder Okay * Endamtiya Muhasîp: Dr. Alî Karakoç * Endamtiya Weznedar: Dr. Nilufer Ustael