DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir 2024-07-07 20:10:43   SEMSÛR - Şandeya DEM Partiyê li Semsûrê serdana cotkarên tûtinê kir.    Şandeya ji rêveberiya Rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê pêk dihat li gundê Azikan serdana cotkarên tûtinê kir. Hevserokê DEM Partiya Semsûrê Huseyîn Coşkûn û şandeya li gel xwe di nav zeviyan de serdana cotkaran kirin û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin.    PIŞTEVANIYA BO COTKARAN    Huseyîn Coşkûn di serdanê de axivî û destnîşan kir ku cotkarên tûtinê ji ber qanûna tûtinê heqê keda xwe nagirtin û got: "Kedkarên ku karê tûtinê dikin ji bo loqme helal bibin malên xwe îsal jî ji ber ku êş li tûtinê ketiye, mexdûr bûn. Li Semsûrê çavkaniya debarê ya bingehîn tûtin e. Tûtin ji bo me debara mala me ye. Lê belê ji ber qanûna tûtinê ya desthilatdariyê, bi salane cotkar, karker heqê ked û mesrefên xwe dernaxin. Cotkarên me bi cezayên hepsê û pereyan tên cezakirin. Divê em bibin dengê hemû karker û kedkarên tûtinê. Em ê xwedî li cotkarên tûtinê derkevin. Em ê daxwazên cotkarên xwe yên karê tûtinê dikin bişopînin."