Li nêzî Girê Mirazan şewat derket 2024-07-07 21:00:00 RIHA - Li gundên Xirabreşkê û Germûşê yên bi ser navçeya Halîliyeyê ve şewat derket.   Li devera di navbera gundên Xirabreşkê û Germûşê yên bi ser navçeya Halîliyeyê ya Rihayê ve şewat derket. Agir bi bayê re li derdorê belav bû. Şewat belavî darên zeytûnan ên li deverê bû.    Gundiyan bi traktorên xwe mudaxileyî şewatê kir. Paşê tîmên agirkujiyê û karkerên daristanê daxilî vemirandina agir bûn. Hê jî şewat nehatiye kontrolkirin û agir ber bi Girê Miraza (Xirabreşkê) ku bi dîroka xwe ya 12 hezar sal tê nasîn û di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de cih digire ve diçe.