Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin 2024-07-07 21:39:41 STENBOL - Di çalakiya nobeda li dijî qeyûm de 28 roj in li Stenbolê berdewam dike de, peyama "Em ê li dijî qeyûm bi paş ve gav neavêjin" hat dayîn.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobedê ku dane destpêkirin, di roja 28'an de berdewam kir. Çalakiyê li cihê xwe yê her roj Qada Şîşxaneyê ya navçeya Beyoglûyê berdewam kir. Îro jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên li dijî qeyûm hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    PEYAMA DEWAMA BERXWEDANÊ   Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Gazîosmanpaşayê Kamîl Toprak axivî û got: "Em ê li dijî feraseta qeyûman li ber xwe bidin. Em ê gavek jî bi paşve neavêjin. Em ê têbikoşin."     Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Eyubê Selahattîn Hallî jî axivî û destnîşan kir ku qeyûm neqebûlkirina îradeya gelê kurd e.    Endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Engîn Gulaser jî axivî û destnîşan kir ku wê gelê kurd li dijî qeyûmên desthilatdariyê serê xwe netewîne û îradeya xwe teslîmî wan nake.