Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket 2024-07-08 08:20:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Rojnameya Xwebûnê ya vê hefteyê bi manşeta “Dê dagirkerî têk biçe” derket. Rojnameyê di vê hejmara xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê.   Hejmara 238’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Dê dagirkerî têk biçe” derket. Rojnameyê di vêhejmara xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê.   Rojnameyê di rûpela Jin de jî bi sernavê “Li Rojava pergala aboriya jinan” cih da nivîsa Nivîskar Sorgul Şêxo. Sorgul Şêxo di nivîsa xwe de diyar dike ku di serdema nû ya sedsala 21’emîn de û bi taybet piştî çirûskên Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava belav bûn, jin êdî dest bi avakirina pergaleke xwe ya aborî ya xweser kirin. Şêxo destnîşan dike ku jin bi vê pergalê hewl didin ku bêyî ku pêwîstiya wan bi mêr û bêrîka wî ya wekî dewletê hebe ku wekî demên berê destê xwe li ber wan veneke têdikoşe.   Nivîskar Siyamed Sîpan bi sernavê “Senaryoyên PDK’ê, Hesen Huseyin Denîz bi sernavê “Dagirkerî heta qiyametê serdest namîne”, Ramazan Olçen bi sernavê “Zimanê sor digere bê dor”, Hogir Berbir bi sernavê “Şerê Taybet, şîrketên li welêt” û Mehmet Şahîn jî bi kirmancî bi sernavê “PDK û Enkîdo” cih didin polîtikayên dagirkirin û talankirina Kurdistanê.   Dîsa di rûpela hevpeyvînê de jî Edîtorê kirmanckî Dr. Îsmet Konak bi Rojnameger Turabî Kîşîn re hevpeyvîn kiriye. Turabî Kîşîn li ser ziman û parastina ziman rawestiya ye.