ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-08 09:00:00   * Zarok Ma’yê sê sal li pey xwe hişt. Malbatên ku zarokên wan tên perwerdekirin diyar kirin ku ew li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê zarokên xwe dişînin Zarok Ma’yê û gotin zarokên wan bi hişmendî, nirx û dîroka xwe mezin dibin.    * Sekreterê Odeya Bijîşkan a Amedê Ahmet Baran diyar kir ku hewa germ a zêde bandorê li ser tenduristiya mirovan dike û got divê welatî saet di navbera 11.00-15.00’an dernekevin derve û av zêde bê vexwarin.    * Li Rihayê welatî li sûkê û bazaran ji zemên tên kirin bi gilî û gazin in û diyar kirin ku ew nikarin hewcedariyên xwe yên rojane dabîn bikin.    * Koma Agirê Zerdeşt ku stranên gelek kom û hunermendan dibêjin, ji xwe re kiriye armanc ku xebata xwe ya 28 salan bike albûm û bi vî awayî derkeve pêşberî muzîkhezan.    * Namzetê AKP’ê yê Cizîrê Omer Yildiz piştî hilbijartinê parêzeriya “xebatkarên bankamatîkê” girt ser xwe û 30 li şaredariyên vekir.     * “Meşa ji Rêzgirtina Îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûma a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin dê di roja 9’emîn de berdewam bike. (09.00-16.00) ZINDÎ   * Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li Stenbol û Îzmîrê bê şermezarkirin. (11.00-22.00)    * Şivanên ku bi armanca piştevaniyê pez li gundiyên li herêma şewatê belavkiribûn, di çarçoveya kampanyaya xwe de dê îro li gundê Gelî yê navçeya Xana Axparê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Malbatên girtiyan dê li gelek bajaran li ber girtîgehan ji ber çalakiya “Deng bide azadiyê” bên bahev. (16.00)    * DFG, MKG û DÎSK Basin-Îş têkildarî cezakirina rojnamevanan dê li Buroya MA’yê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.30)