Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir 2024-07-08 09:02:06   AMED - Sekreterê Odeya Bijîşkan a Amedê Ahmet Baran diyar kir ku hewaya germa zêde bandorê li ser tenduristiya mirovan dike û got divê welatî saet di navbera 11.00-15.00’an dernekevin derve û avê zêde vexwin.    Li bajarên bakurê Kurdistanê weke her sal germek zêde heye. Îsal jî germek pir zêde heye. Bi destpêkirina meha tîrmehê re kele germa havînê jî dest pê kir. Hewayê germ herî zêde jî bandorê li ser extiyar, zarok, jinên ducanî û kesên nexweş dike û jiyana wan dixe xetereyê. Li Amedê hin roj pileya germê derdikeve ser 45 pileyan û her tim bijîşk û pispor di vê mijara germê de xelkê hişyar dikin. Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Amedê bijîjk Ahmet Baran têkildarî hewa germ ji ajansa me re axivî.   Baran hişyarî da û destnîşan kir ku saetên herî germ di navbera 11.00-15.00’an de nemaze divê zarok, jinên ducanî û kesên nexweşînên kronîk bi wan re heye divê dernekevin derve û li xwe baldar bin.    GERM BANDORÊ LI SER MIROVAN DIKE    Baran diyar kir ku germa zêde tesîrê li ser laşê mirovan dike û got: “Dema laşê mirovan disincire ango germ dibe, di laşê mirovan de rê li ber zihabûna mineral, xwê vedike û bandorê li ser xebitandina sîstema sînîrê dike. Di rojên dawî de em bi van gazinan re rû bi rû dimînin. Ev rewş jî xwe bi dilxelandinê, vereşîn, sincirîna laş û bêhaliyê derdixe holê. Ev gazin û nexweşîn mirovan heta komayê jî dibin.”    HIŞYARIYA AVÊ Û PAQIJIYÊ   Baran bal kişand ser vexwarina avê û destnîşan kir ku ew pêşniyaz dikin ku di van roj û mehên germ de divê mirov herî kêm (mînîmûm) rojane du litre û nîv avê vexwin. Baran hişyariya paqijiyê jî li welatiyan kir û xwest welatî li paqijiya laşê xwe baldar bin da kur ê li ber enfeksiyonê bê girtin.